Rojnameyên erebî aloziya DYA`ê û Îranê û belavbûna çekên nukleerî nirxandin

Rojnameyên erebî, bicihkirina keştiyên balafiran ji aliyê Washingtonê ve li herêmê wekî "beşek ji stratejiya zexta danûstandinan ji bo birêvebirina aloziya bi Îranê re, ne amadekariyên şerekî giştî ye" nirxand. Rojnameyan cih da hişyariyên li ser hilweşîna peymanên kontrolkirina çekên nukleerî li cîhanê zêde dibin.

Rojnameyên erebî aloziya DYA`ê û Îranê û belavbûna çekên nukleerî nirxandin
9 sibat, 2026   10:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên vê sibehê de cih dan geşedanên aloziya DYA û Îranê û hişyariyên li ser hilweşîna peymanên kontrolkirina çekên nukleerî li cîhanê.

GURBÛNA DYA`YÊ LI SER ÎRANÊ

Rojnameya El Şerq El Ewsat diyar kir ku her cara ku pêla aloziyê di navbera Washington û Tehranê de gur dibe pirsa "gelo ev pêşandana hêza leşkerî amadekariyeke ji bo êrişekê ye an taktîkek zextê ye ji bo baştirkirina şertên danûstandinan?" derdikev holê

Li gorî rojnameyê, eger mirov bi balkdarî reftarên DYA`yê bixwîne dê bibîne ku bicihkirina keştiyên balafiran ji amadekariyên şerekî vekirî bêtir beşek ji stratejiya rêvebirina danûstandinan û hevsengkirina dînamîkên hêzê ye.

Rojnameyê da zanîn ku ev şêwaz di dîrokê de dubare dibe, Washington di krîzên berê de bicihkirinên deryayî bikar aniye da ku û pozîsyona xwe ya danûstandinê baştir bike bêyî ku têkeve şerekî mezin.

HIŞYARIYÊN LI SER BELAVBÛNA ÇEKÊN NUKLEERΠ         

Rojnameya El Quds El Erebî li ser mijara belavbûna çekên nukleerî nivîsî. Rojnameyê hişyarî da ku cîhan ketiye rewşeke"fikarên giran" piştî bidawîbûna peymana kontrolkirina çekên nukleerî ya dawîn a di navbera DYA`ê û Rûsyayê de, ku wekî New START tê naskirin.

Rojnameyê di dawiyê de nivîsî ku bangên navneteweyî yên ji bo nûkirina peymanên nukleerî nîşan didin ku cîhan êdî baş dizane ku ew ketiye "hevsengiyeke nebaş", bi taybet piştî zêdebûna aloziyên herêmî û hilweşîna sîstema peymanên ku piştî Şerê Sar hatibûn danîn. Ev yek jî rê li ber pêvajoyeke pêşbaziya çekan vedike.

(k)