Gelê Rojava ji bo parastina destkeftiyên şoreşê xwe birêxistin kiriye

Gelê Rojava, ji bo parastina destkeftiyên xwe, bersiva banga seferbriya giştî da û li hemû bajar û gundan xwe bi rêxistin kir.

9 sibat, 2026   11:19
NAVEND NÛÇEYAN

Gelê Rojava, di çarçoveya seferberiya giştî ya ku di 18`ê Çileyê de hatiye ragihandin de, bi armanca parastina destkeftiyên şoreşê li Cizîr û Kobanê, xwe birêxistin dike.

Weke bersiva seferberiya giştî, beşên cuda yên civaka Rojava, rêxistin, sazî û kes ji bo ku xwe li gorî daxwazên qonaxa heyî birêxistin bikin, komîte û tabûrên parastinê li tax, gund, bajarok û bajaran ava kirine.

Gelê Rojava pêşwaziya koçberên ji Şahba û Efrîn ku li bajarê Tebqayê dijiyan, her wiha koçberên ji Tebqayê, Reqa, Şedadê û Dêrazorê ku ji ber êrişên komên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê neçar man birevin, kir. Dibistan, mizgeft, sazî û holên giştî wekî stargeh ji bo koçberan hatin amadekirin.

Hejmara koçberên li herêma Cizîrê gihîşt nêzîkî 350 hezar kes  û li bajarê Kobanê ji 200 hezar kes derbas bû.

Li başûr, rojhilat û bakurê Kurdistanê, her weha li çend welatên Ewropayê xwepêşandan û çalakiyên hevgirtinê ji bo piştgiriya berxwedana Rojava pêk hatin. Ev tevger heta roja îro jî berdewam dikin, her wiha xebatên gihandina alîkariyên mirovî berdewam dikin.

Bi sedan ciwanên ji başûr û rojhilatê Kurdistanê jî bersiva serferberiya giştî dan û tevlî berxwedana Rojava bûn. Yek ji van ciwanan, Ehmed Hêmin Omer, di 27`ê Çile de di berxwedana li dijî êrişên komên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li ser bajarê Hesekê de, şehîd bû.

Di vê navberê de, gelek şandeyên ji Kurdistan û welatên cuda ji bo piştgiriya berxwedanê gihîştin Rojava, di nav wan de şandeyek ji Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, şandeyek ji hunermendên Kurd û şandeyek ji Tevgera Nifşê Nû hebûn.

Gelê Rojava xebatên xwe yên  xwerêxistinkirin û hevgirtina civakî berdewam dike.  Gel di wê baweriyê de ye ku yekîtî û piştgiriya berfireh sûtina bingehîn e ji bo parastina destkeftiyên şoreşê.

(k)