Rêveberiya Xweser sersaxî ji gelê Almanyayê re xwest

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji ber êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya 24’ê Tebaxê ya li Almanyayê, sersaxî ji gelê Almanyayê re xwest. Rêveberiya Xweser diyar kir ku divê jêdera destekkirina DAIŞ’ê were zuhakirin.

Rêveberiya Xweser sersaxî ji gelê Almanyayê re xwest
26 tebax, 2024   11:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên DAIŞ’ê 24’ê Tebaxê li bajarê Solingen ê Almanyayê bi kêrê êrişî festîvalekê kiribû. Di encamê de 3 kes hatibûn kuştin û 8 jî birîndar bûn.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk têkildarî êrişê daxuyaniyek da. Rêveberiya Xweser daxuyand ku bûyera li bajarê Solingen qewimîbû "êrişeke terorî" bû û diyar kir ku divê li dijî DAIŞ’ê ku ewlehiya herêmê û tevahî cîhanê tehdît dike, têkoşîneke hevpar bê avakirin.

Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku divê jêdera destekkirina terorê were zuhakirin. Her wiha bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker komên çete yên bermahiyên DAIŞ û El Nusrayê di bin navên cuda de hembêz dike.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji malbatên qurbaniyên êrişî û gelê Almanyayê re sersaxî û ji birîndaran re şîfaya lezgîn xwest.

Rêveberiya Xweser bal kişand ser plana DAIŞ’ê û wiha domand: "Xetereyeke nû heye. Xetere ew e ku terorîst bi îdelojiya xwe ya DAIŞ a tundraw li rêbazên jinûve xwerêxistinkirinê digere. Di serî de Tirkiyeyê, hin hêzên herêmê plana DAIŞ’ê hêsan dike. Encamên vê yekê dê li ser tevahî dewletên cîhanê xwîndar be. Em bi hevgirtina tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî terorê û îdeolojiya wê di xeta pêşîn a têkoşînê de ne. Ji bo rêgirtina li ber vê xetereya ku sînorê erdîngariyekê nas nake, em erkên xwe yên exlaqî û mirovî pêk tînin. Em bang li tevahî hêzên antîterorê dikin ku piştgiriyê bidin têkoşîna gelê me, xwe bispêrin ezmûna me ya têkbirina leşkerî ya DAIŞ’ê ku ji beriya 5 salan ve bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî hatibû nîşandan.”

(bb)