Balafirên dewleta Tirk 2 kolber qatilkirin

Di encama êrişa balafirên şer yên dewleta Tirk de 2 kolberên ji rojhilatê kurdistanê jiyana xwe ji dest dane.

Balafirên dewleta Tirk 2 kolber qatilkirin
1 gulan, 2024   10:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên Ajansa Rojnews’ê di 28’ê Nîsana 2024’an de, 2 kolberên xelkê Rojhilatê Kurdistanê derbasî sînorê çiyayên Xêre û Lolan yên ser bajarokê Sîdekan ya ser bi Hewlêrê bûne hatine qatilkirin.

Hate zanîn ku balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker kolberan bombebaran kiriye û di encamê de her du kolber jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî agahiyan cenazeyê kolberan hîn jî li cihê xwe mane, ji ber metirsiya êrişan kesûkarên kolberan nikarin cenazeyan werbigirin.

Qeymeqamê bajarokê Sîdekan Îhsan Çelebî ji ajansa me re aagahiyan piştrast kir, lê nav û nasnameya her du kolberan eşkere nekir.