77 roj e malbat li benda zarokên xwe ne

Malbatên sivîl û şervanên dîlgirtî 77 roj e li benda zarokên xwe ne û hikumeta demkî dîlgirtiyan serbest bernade.

77 roj e malbat li benda zarokên xwe ne
3 nîsan, 2026   06:45
QAMIŞLO

Menîfa Şêx Hebîb a dayika şervanê QSD`ê Hisên Mihemed, ji ajansa me re axivî û got: “Ez ji aliyên têkildar dixwazim ku dîlgirtiyên me berdin.” 

Şervanê QSD`ê Hisên Mihemed ji bajarokê girbawî yê Qamişlo ye û ev bûye 11 sal ku di nava hêzên leşkerî de ye. Li Qamişloyê û Dêrazorê peywira xwe bi cih dianî.

Menîfa Hebîb anî ziman ku Hisên Mihemed destpêka meha Çileya 2026`an derbasî Dêrazorê bûye û wiha got: “Cara dawîn em pê re axivîn 18`ê Çileyê bû. Piştî wê me tu agahî ji Hisên wernegirtin. Ji roja dîl hatiye girtin heyanî niha em nizanin çi pê hatiye û li ku derê ye, yan jî çarenûsa wî çi ye? Hemû malbat li benda zarokên xwe ne ku werin berdan. Gelek caran ji me re gotin dê werin berdan lê hîna jî zarokên me bernedane.”

Menîfa Hebîb wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bila hemû sivîl û şervanên dîl hatine girtin, serbest werin berdan. Malbatên wan li ser agir in û dixwazin bizanin çi bi zarokên wan hatiye.”

Ji roja 17`ê Çileyê bi xedarî şervan û sivîl li Tebqa, Reqa û Dêrazorê dîl hatin girtin û ev bûye zêdetirî du mehan malbat li benda zarokên xwe ne.

Fermandarê giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî dema ku bi malbatên dîlgirtiyan re civiyabû, agahî dabû ku hezar û 70 sivîl û şervan ji aliyê hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve dîl hatine girtin.

Piştî lihevkirina 29`ê Çileyê ya di navbera QSD û hikumeta demkî de, tenê 300 kes hatine berdan.

ANHA