Pêdiviya nexweşxaneya Sqîlbiya bi alav û bijîşkan hene

Li nexweşxaneya Sqîlbiya ya li gundewarê Hemayê alavên tibî û kadroyên pispor kêm in. Ji ber vê yekê nexweşên giran sewqî nexweşxaneyên din ên bajarê Hemayê tên kirin. Nexweş û xebatkarên nexweşxaneyê banga lezgîn a destekkirinê kirin.

Pêdiviya nexweşxaneya Sqîlbiya bi alav û bijîşkan hene
29 tîrmeh, 2026   06:40
HEMA

Nexweşxaneya Sqîlbiya ya Wetenî ya li gundewarê rojavayî Hemayê, navendeke sereke ji bo xelkê bajarê El Sqîlbiya û derdora wê ye. Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me dane, li nexweşxaneyê cîhazê tomografî ji xizmetê derketiye. Di alavên radyolojî de jî pirsgirêk hene. Her wiha  alavên beşa şûştina gurçikan û yekîneya çavdêriya giran kevin bûne. Ev hemû dihêlin ku xizmetguzariya tibî wekî tê xwestin pêk neyê.

Nexweşê dil ê bi navê Ehmed Mesûd (55) dibêje ku ew ji ber krîza dil ji bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin, lê ji ber ku bijîşkên dil li nexweşxaneya Sqîlbiya tune ne ew neçar ma biçe Nexweşxaneya Hemayê. Ehmed Mesûd da zanîn ku malbata wî bi zêdetirî 200 hezar lîreyên Sûriyeyê ambulans kirê kiriye.

Hesen Bekûr jî ku hin hestiyên keça wî ya biçûk şikestine destnîşan kir ku ji çend mehan ve alava tomografiyayê ya nexweşxaneyê ji xizmetê derketiye, lew ra ew neçar ma biçe bajarê Hemayê, ev jî barê wan giran dike.

Xebatkarên nexweşxaneya Sqîlbiya destnîşan kirin ku beşa destwerdana lezgîn û ya dermankirinê didomînin, di nav de beşa dayîna xwînê, beşa şûştina gurçikan, labrawtor, radyolojî û beşa tibî jî vekirî ne, lê kêmbûna kadroyên tibî û hemşîreyan, kevinbûna alavan hiştiye ku pêwîstiyên xelkê hemû pêk neyên.

Li gorî heman çavkaniyê, hejmara xizmetguzariyên ku nexweşxane pêşkêş dike, mehan ji derdora 40 hezar zêde bûye û gihîştiye 80 heta 85 hezar xizmetî. Ev hiştiye ku zext li binesazî û xizmetguzariya tenduristî bibe.

Beriya niha rêveberê Nexweşxaneya Sqîlbiya Dr. Teima Şihadê diyar kiribû ku piştî vegera şêniyan zexteke zêde li ser nexweşxaneyê çêbûye, di alavaên beşa radyolojî de pirsgirêk hene û hejmarek ji alavên tibî jî ji xizmetê derketine. Şihadê daxwaza dabînkirina alavên tomografî, pêşxistina kadroyên tibî û hemşîreyan jî kiribû.

Wezareta Tenduristiyê ya Hikumeta Demkî di gera xwe ya nirxandina sektora tenduristiyê li parêzgeha Hemayê de destnîşan kiribû ku pêdiviya nexweşxaneyê bi alavên tibî heye.

Şênî û karmendên tenduristiyê bang li aliyên peywendîdar kir ku demildest tomografiyayê biguherin û alavên nû yên radyolojî ji bo nexweşxaneyê dabîn bikin. Her wiha ji bo domandina xizmetguzariya tibî û sivikirina barê nexweşan, daxwaza zêdekirina bijîşk û kadroyan kir.

(sb)

ANHA