19 hezar û 996 kes ji Lubnanê gihaştin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Hejmara kesên ji Lubnanê gihaştine herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bû 19 hezar û 996.

19 hezar û 996 kes ji Lubnanê gihaştin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
22 cotmeh, 2024   11:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Masaya Krîzê ya têkildarî kar û barên mexdûrên şerê li Lubnanê ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ava kiriye, aşkera kir ku 19 hezar û 996 kes ji Lubnanê gihaştine herêmê.

Li gorî daneyên maseyê, di nava wan de 86 lubnanî û 28 cenaze jî heye.

Mexdûrên ku têne herêmê yan diçin cem xizmên xwe, yan jî li malên xwe bi cih dibin. Lê yên cihekî wan tune be, Rêveberiya Xweser navendan jê re dabîn dike.

(şx)

ANHA