Rojevên îro yên rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de cih da pirsgirêka teknîkî ya li piraniya welatên cîhanê derketibû, rewşa penaberên Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê, îhtîmala rûdane şerekî û bandora wê li gelê Lubnan û Sûriyeyê.

Rojevên îro yên rojnameyên erebî
20 tîrmeh 2024   10:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat nûçeyek bi sernavê "Pirsgirêkeke teknîkî cîhanê pûç kir" weşand. Hate gotin " Duh di encama pirsgirêkeke teknîkî de, bi sedan sefer hatin betalkirin, balafirgeh, borse, bank û kanalên ragihandinê rawestiyan. Serokê koma ewlehiya sîber a amerîkî CrowdStrike  George Kurtz li ser hesabê xwe yê ’X’ û ’LinkedIn’ ragihand ku pirsgirêka derketiye wekî aloziya teknîkî ya herî mezin di dîrokê de wesifand. Kurtz destnîşan kir pirsgirêk çareser dibe. Lê belê di encama vê pirsgirêkê de nirxên CrowdStrike di borseyê de beriya vekirina Wall Streetê ji sedî 17 kêm bûye."

EL EREBÎ EL CEDÎD: TRAJEDYAYA PENABERÊN SÛRIYEYÊ YÊN LI TIRKIYEYÊ

Der barê penaberên Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê de, helbestvan û nivîskarê sûriyeyî Beşîr El Bekir gotarek ji rojnameya El Erebî El Cedîd re nivsand. Beşîr El Bekir balê dikişîne ser polîtîkayên nîjadperestiyê yên li dijî penaberên Sûriyeyê û wiha dibêje "Di sê salên dawîn de pêla nîjadperastiyê zêde bûye. Sedema vê yekê ew e ku ji hilbijartinên şaredariyan ên sala 2029’an ve ku di encamê de partiya serdest AKP’ê şaredariyên bajarên Stenbol û Enqere ji dest dan,  mijara penaberan tê polîtîzekirin."

El Bekir diyar kir ku tevî ku CHP’ê a muxalif ya destpêkê bû ku ev mijar anîbû rojevê û bi tundî bikar anîbû, lê AKP’ê li şûna bi xurtî li ber tundiyê bigire ket ber bazarî û şantajên siyasî yên dijberên xwe. Di encama vê yekê de rewş ji kontrolê derket û veguherî nefreteke giştî ji bo Ereban. Vê yekê jî zerar da nav û dengê Tirkiyê û aboriya wê. Di encamê de Ereban razimanî û geştiyariyê li vî welatî qut kir."

Nivîskar El Bekir desthilata Tirk wekî berpirsa jiyan û milkên penaberan dibîne û dibêje "Her çi qasî asta aloziyê bilind dibe jî, hewcedarî bi tevgerên bi armanca dîtina çareseriyên aqilane jî zêde dibe. Nemaze ku ev rewş bûye mîna goga ji berfê ku bi lez digindere ku zerarên mezin bighîne sûriyeyî û tiran di hema demê de. Êrişên demên dawîn ên li gelek bajarên Tirkiyeyê yên li dijî sûriyeyan û milkên wan, her wiha bertekên li hemberî hebûna Tirkan a li bakurê rojavayê Sûriyeyê destnîşan dike ku divê destwerdaneke lezgîn bê kirin û rê neyê dayîn ku pirsgirêk mezintir bibe."

EL QUDS EL EREBÎ: METIRSIYÊN RÛDANA ŞEREKÎ NÛ YÊ ’TÎRMEHÊ’ LI SER DOSYAYA SÛRIYEYÊ

Lêkolînerê sûriyeyî Muhsin El Mistefa di gotarekê de ku di rojnameya El Quds El Erebî de weşandiye, balê dikişîne ser îhtîmala rûdana şerekî di Tîrmehê de û xetereyên wê li ser rewşa Sûriyeyê. El Mistefa di gotarê de dibêje "Metirsiya rasteqîn ew e ku eger şerek biqewime dê bi sed hezaran lubnanê ji hawirdora di bin kontrola Hizbullah û hêzên Îranê de koçber bibin. Rast e ji ber kiryarên rejîmê, Îran û Hizbullah bi hezaran malên wêrankirî hene, lê herêmên din ên ku sûriyeyî jê hatine koçberkirin hene  jiyan lê dibe. Li van herêman jî tevî kombûna xizmetan û binesaziya lawaz jî, lê dîsa ji cihên di bin bombebarana wêranker a Îsraîlê de baştir e. Şerê li Xezayê dide xuyakirin ku Îsraîl ji ya ku di sala 2006’an de wêran kiribû, dê wêrankiriyeke mezintir nemaze li taxa başûrê Beyrûtê, ku keleha wê partiyê ye ku nifûsa wê ji milyonek zêdetir e bike."

Li gorî nivîskar El Mistefa, madem lihevkirinek Lubnanê vegerîne rewşa beriya 7’ê Cotmehê çêbûye û madem lihevkirinek ji biryara NY’yê ya 1701’an pêşketîtir nin in, wê demê îhtîmala rûdana şerekî heye. El Mistefa dibêje "Îsraîl ji bo pêkanîna operasyoneke leşkerî ku ’Ewlehiya wê ya herêmî’ mîsoger bike, destûr ji DYA û piraniya welatên Yekitiya Ewropayê wergirtiye. Lê dibe ku ev destûr veguhere aloziyên nû yên mirovî li herêmê ku ne tenê civakên xwecih berdêlên wê nedin, di heman demê de civak û dewletên rojavayê jî dê berdêlên wê bidin."

(bb)