ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-12-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-12-2025
30 kanûn, 2025   02:00

Xwendekarên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê revandina xwendekarên zanîngehê ji aliyê komên girêdayî hikumeta veguhêz ve, dorpêça li ser herdu taxan şermezar kir. Xwendekaran banga rawestandina êrişan û hesabdayîna sûcdaran kir.

Jinan hêvî kir ku di sala nû de ewlehî û yekitî li tevahî Sûriyeyê pêk werin û rola jinan di navendên biryardanê de were mîsogerkirin.

Hevseroka TEV-DEM’ê Remziye Ehmed diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan şertê bingehîn ê aştiyeke mayînde ye û got divê her kes bi rola xwe rabe.

Koçberên Efrînê yên li bajarê Hesekê dijîn daxwazên xwe ji bo vegera ewle ya li mal û erdên xwe anîn ziman û diyar kir ku bêyî garantiyên rastîn ew nikarin vegerin.

Şaredariya Gel a Sêgirê îsal rêzeprojeyên xizmetguzariyê yên berfireh pêk anîn. Şaredarî xwe dispêre derfetên xwe û însiyatîfên civakî yên şêniyên bajêr.