ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30 – 12 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30 – 12 – 2024
30 kanûn, 2024   02:00

Şêniyên bajarê Qamişlo destnîşan kir ku pêkanîna hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re û derketina nirxandinên wî ji bo wan cihê mizgîniya xêrê ye.

Fermandarekî QSDˋê diyar kir ku hêzên wan tevahî hewldanên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên pêşveçûna ber bi Bendava Tişrîn û pira Qereqozaqê ve têk birine.

Foza Yûsif der barê nûçegihana me Cîhan Bîlgîn de got “Cîhan jineke çalak û azadîxwaz bû. Jineke şoreşger bû, dixwest bi rojnamevaniya xwe di şoreşa jinan de rolekê bilîze û bigihîne jinên cîhanê. Şehîdxistina wê dijminatiya dewleta Tirk a li hember jinan e.”

Parêzer û siyasetmedarên ji kantona Firatê diyar kir ku senaryoyên ku dewleta Tirk a dagirker danîne, ji aliyê şervanên QSD’ê ve hatine têkbirin.

Şêniyên bajarê Çilaxa bang li partiyan kir ku aloziyên xwe deynin aliyekê û ji bo parastina destkeftiyên şehîdan û dabînkirina çarenûsa gelê Kurd li dengê gelê Kurd guhdar bikin.

Tevger û rêxistinên jinan di nava şoreşa jinan de anku Şoreşa 19`ê Tîrmehê, di sala 2024`an de li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker tê koşiyan, asta xweparastinê bilind kir, destkeftiyên jinan parastin, felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” a Rêber Abdullah Ocalan belav kirin û jinên li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn li dor xwe kom kirin.

Çi bi dilê dijminên Kurdan an jî nebe, rastiyek heye ku divê mirov derxe holê. Di vê demê de ku em dikevin saleke nû, Kurd bi fikir, berxwedan û têkoşîna xwe ne tenê dîroka serdemekê dinivîsin, lê li vê erdnîgariyê di heman demê de bûne afirînerên dîrokê. Xwediyên vê dîrokê ne ku kêl bi kêl tê ristin.

Rêveberiya Dibistanan li bajarê Tirbespiyê ji bo pêşdeçûnên li Sûriyeyê giştî, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet li hola Roj civînekê li dar dixe. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Amûdê ji bo piştgiriya QSDˋê û banga hevgirtin û yekrêziyê li stadyûma Amûdê bi Şêx Murşid Maşûq El Xiznewî re dicive. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarên Girê Legê, Çilaxa û Til Koçer li bajarokê Mistefawiyê yê Girkê Legê sersaxiyê dide malbata şehîd Egîd Serêkaniyê. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Jinan a PYDˋê der barê pêşdeçûnên li Sûriyeyê de li pêş Nivîsgeha PYDˋê ya li Qamişlo daxuyaniyekê dide. (11:30) BI WÊNE Û DÎMEN

Tevgera Çand û Hunerê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişloyê ji zarokên koçber ên Efrînî re şahiyekê li dar dixe. (15:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê kantona Reqa ji bo piştgiriya QSDˋê ji pêş nexweşxaneya berê ya zarokan heta bi Qada Jina Azad a bajarê Reqayê ve meşekê li dar dixe. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Şaredariya Gel a Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê ji pêş şaredariyê heta bi tevahî bajêr bajêr paqij dike. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê 3 şehîdên ji Dîsîplîna Leşkerî û Hêzên Komandos ên ku li Dêrazor, Minbic û Dêr Hafirê di demên cuda de şehîd bûbûn li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê yê Hesekê oxir dikin. (11:00) her wiha xelkê bajarê Şedadê jî şehîdekî QSDˋê li goristana şehîdan a Şedadê oxir dike. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Ciwanên bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê der barê tevlêbûna li nava seferberiya giştî daxuyaniyekê didin. (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN