ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-12-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-12-2023
30 mijdar 2023   02:00

Nivîskarê ji Belçîkayê Ludo De Brabander diyar kir ku heta ku PKK di “lîsteya terorê” de bimîne, dê li pêşiya çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd astengî hebin.

Di biçûkaniya xwe de li dijî rejîma Sûriyeyê serî hilda û rêwîtiya azadiyê hilbijart û bû şoreşger, gerîla, fermandar, helbestvan û meşaleya rêça jinan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Koçberên Efrînê yên li Kampa Serdem diyar kir ku hikumeta Şamê dorpêça li ser herêmê giran dike lê belê bi vê dorpêçê jî nikare berxwedana wan têk bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Biharîn, dema keçikeke biçûk bû xerciqê xwe diyarî tevgera rizgariya Kurdistanê kir û di tevgerê de jî bû fermandar, li çiyayên Kurdistanê tê koşiya ta ku di berxwedana li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêveberiya Projeyên Civakî ya Girê Spî projeya xurtkirina aborî ya malbatên şehîdan ên li Kampa Koçberên Girê Spî da destpêkirin. Li aliyekî din jî 3 proje ku 60 malbat sûdê jê werdigirin, didomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya li rojhilatê Dêrazorê panelek bi dirûşma “Na ji tundiya li ser jinan re û erê ji xurtkirina rola jinan li herêmê re” li hola Meclia Firat a bajarokê Ebû Hemam li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido di çarçoveya piştgiriya pêgava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de şevbuhêrkekê bi beşdariya tevahî komên navendê û Tevgera Hîlala Zêrîn a herêma Firatê li dar dixe saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê cenazeyê şehîd Ehmed Efrîn (Ehmed Silêman) oxir dikin saet di 12:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)