ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29 – 12 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29 – 12 – 2024
29 kanûn, 2024   02:00

Şêniyên Qamişlo diyar kir ku gelên Sûriyeyê êdî jiyana di bin sîstema yek ziman û yek neteweyî de qebûl nakin û got divê li tevahiya Sûriyeyê neteweya demokratîk bê birêxistinkirin.

Li Sûriyeyê di sala 2024`an de guhertinên dramatîk çêbûn. Di encama siyasetên rejîma Baasê de ku li ser komkirina bacan ava bûye, aloziyên aborî û civakî zêde bûn. Di navbera Îran û Îsraîlê de hema bêje rasterast şer derket û derbasî axa Sûriyeyê bû. Girêdana rejîma El Esed bi hevalbenda xwe ya Tehranê û komên wê, bandor li helwestên dewletên Ereban û yên rojavayî kir ku ketina rejîmê bi lez bû.

Rojnamevanan li hember êrişên li dijî rojnamevanan ên dewleta Tirk, banga helwesteke cidî kir. Di heman demê de diyar kirin ku heke hêzên navneteweyî helwesteke cidî nîşan bida, dewleta Tirk nedikarî wan bike hedef.

Jinên ji Çilaxayê berxwedana QSD`ê û YPJ`ê ya li çeperên bendava Tişrîn û Qereqozaqê ya li dijî hewldanên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê silav kir. Jinan diyar kir ku ew ê mil bi mil li kêleka QSD û YPJ`ê bin.

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên hefteya borî de behsa siyasetên hikumeta demkî ya Sûriyeyê, agirbesta Xezayê û xeteriya vegera DAIŞˋê kir.

Weqfa Jina Azad û Rêxistina NÛDEM a Amadekirin û Geşedanên Mirovî ya Astengdaran li bajarê Helebê alîkarî pêşkêşî koçberên ji kantona Efrîn û Şehba kirin.

Di 8’ê Kanûnê de Sûriye kete qonaxeke nû ya nediyar. Dewleta Tirk û komên girêdayî wê, her çend xwe wek serkeftiyên vê demê nîşan bidin jî, lê rewşa heyî serkeftineke sexte ye. Pir aşkera ye ku fetha Şamê û rûxandina rejîma Baasê ne bi şer bû. Heta ji ber ku lihevkirinek hebû, berxwedaneke dijber jî çênebû û di nava çend rojan de rejîm hilweşiya.

Nûçegihana ajansa me Cîhan Bîlgîn ku 19ˋê Kanûnê li gel hevalê me yê rojnamevan Nazim Daştan di encama êrişa balafira dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, dema berxwedana li dijî êrişên ser Bendava Tişrîn û pira Qereqozaq dişopandin, ji bilî nûçeyan bûyerên li herêmê li deftera xwe jî nivîsandine. Notên ku hevala me roja 19ˋê Kanûnê çend saet beriya êrişa balafirê nivîsandibûn, em par ve dikin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Çilaxa ji bo piştgiriya QSDˋê û banga pêkanîna yekrêziyê di nava partiyên Kurdî de dike daxuyaniyekê dide. (09:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Amûdê der barê pêşdeçûnên siyasî li avahiya PYDˋê civîneke girseyî li dar dixe. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarên Girkê Legê, Dêrik û Çilax cenazeyê şervanên QSDˋê şehîd Egîd Serêkaniyê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik defin dike. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê kantona Reqa cenazeyê nobetdar û endamê Şaredariya Gel a bajarokê Tişrînê şehîd Mehmûd Muslim û cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê Mehmûd Hemod El Seyid li goristana şehîdan a bajarokê Hikumiyê defin dike. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisên Malbatên Şehîdan ên bajarên Dirbêsiyê û Serêkaniyê di çarçoveya bersivdana daxuyaniyên Mihemed Îsmaîl ên li dijî hêzên leşkerî û şehîdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 2 daxuyaniyên cuda têkildarî yekrêziya Kurdî, piştgiriya hêzên leşkerî û vîna siyasî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didin. Daxuyanî li pêş navenda Meclisa Bajarê Dirbêsiyê û li kampa Serêkaniyê yê gundewarê Hesekê tên dayîn. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Şêx Murşid El Xiznewî lidarxistina civînan li bajaran didomîne. Li hola Serdem a bajarê Hesekê civînek tê lidarxistin (11:00), her wiha li mizgefta kama Waşûkan a koçberên Serêkaniyê ya gundewarê Hesekê civînek tê lidarxistin. (14:00) BI WÊNE Û DÎMEN