Panorama hefteyê: Divê Şam xwe ji şaşiyên mezin ên Iraqê bi dûr bixe

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên hefteya borî de behsa siyasetên hikumeta demkî ya Sûriyeyê, agirbesta Xezayê û xeteriya vegera DAIŞˋê kir.

Panorama hefteyê: Divê Şam xwe ji şaşiyên mezin ên Iraqê bi dûr bixe
29 kanûn, 2024   06:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb a Londonê der barê rewşa Sûriyeyê de bi sernavê ˋGelo rejîma nû ya Sûrıyeyê dê xwe ji şaşıyên mezin ên rejîma Iraqê dûr bixe? Nûçeyek nivîsî.

Rojnameyê diyar kir ku dema ku Sûriyeyê li siberoja xwe difikire piştî salên şer ên dijwar, dersên ku ji ezmûna Iraqê ya piştî 2003`yan hatine girtin, dê bibin hişyariyeke baş. Ew trajediyên ku li Sûriyeyê û Iraqê çêbûne, di van deh salên borî de, li her du welatan birînên mezin vekirine, li her du welatan mezhebîtî û gendeliyê dewlet felc kiriye, bûne sedema şerên navxweyî û zirar dane binesaziyê, aborî û tevna civakê.

Ji bo Sûriyeyê tişta sereke divê yekitiya neteweyî be. Rejîma nû divê xwe ji polîtîkayên ku mezheb, nîjad an herêmekê di ser ên din re digirin, dûr bixe. Nûnertiya di hikumetê de li şûna kotayên mezhebî, divê li ser bingeha bikêrhatîbûnê be. Însiyatîfên ku lihevhatin û diyalogê di navbera civakên cihêreng ên li Sûriyeyê de bi pêş dixin, dikarin bibin alîkar ku birînên şer derman bikin û pêşî li paşguhkirina her komekê bigirin.

AGIRBESTA XEZAYÊ Û NELIHEVKIRINA HERDU ALIYÊN ŞER

Rojnameya El Şerq El Ewset nivîsî ku hewlên navbeynkaran ji bo danûstandinên agirbesta li Xezayê berdewam in, Israîlî jî behsa rojên giring ji bo gihiştina rêkeftinekê dikin.

Çavkaniyekî Filistînî ku ji rojnameyê re axivî, ragihand ku "li ser maseya danûstandinan hê jî kêmasî berdewam in ji ber ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu astengiyên nû pêşkêş dike, Netanyahu xwest ku 11 rehîneyên bi temenê Ciwan bêne berdan, ku hijmara rehîneya bi giştî 23 ne. Lê Hemas dixwaze beramber her rehîneyekî Îsraîlî 200 yan 300 dîlgirtiyên wan bêner berdan, ango nêzî 3 hezar dîlgrtiyan, Îsraîlî jî vê yekê neperjirîne. "

LI NEYNEWAYÊ TIRSA VEGERA DAIŞˈÊ

Rojnameya El Ereb a Londonê diyar kir ku aloziya ji nişka ve li Sûriyeyê çêbû, rewşek tirsê di nav nişteciyên parêzgeha Nînewayê de çêkir, yên ku berê derdê aloziya li welatê cîran kişandine, dema ku DAIŞˈê parêzgeha wan wek dergeh bikar anî ji bo dagîrkirina navçeyên berfereh yên Iraqê ku vê yekê gelek ziyan û wêranî bi xwe re anî.

Berpirsên hikûmeta navendî û yên xwecihî bi tirsa niştecihên Nînewayê dihesin, lewma parêzgerê Neynewayê Qadir El Dexil, der barê mijarê got "Tirs tune ye, her tişt aram e û rewş di bin kontrolê de ye, artêş, polîsê federal, zêrevanên sînor û Heşda Şabî sînorê aliyê Sûriyeyê re biparêzin. "