ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-1-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-1-2025
29 ÇILE, 2025   02:00

Şêniyên Efrînê di 7 salên borî de du caran bi darê zorê koçber bûn, lê biryara wan her vegera li Efrînê ye.

Partiya Yekitiya Suryanî serdana Şam û Siweydayê kir û bi gelek hêzên demokratîk re civiya. Hevserokê partiyê Senherîb Bersûm diyar kir ku nêrîna her kesî li ser Sûriyeyê yek e ku divê çareseriya siyasî bi lez pêk bê û hemû rêvebiriya qonaxê ya yekalî red dikin.

Hevserokê Komîteya Depo, Aş û Firnan a kantona Reqayê Sebrî Mihemed diyar kir ku komîte ji bo mewsima genim a 2025`an amadekariyên xwe temam kirine û zêdetirî 110 hezar ton genim depokirî ye.

Sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûriyeyî Cemal Şêx Baqî diyar kir ku daxuyaniyên partiya desthilatê ya Tirkiyeyê AKP’ê yên têkildarî aştiyê û kiryarên wê yên li dijî gelê Kurd, nakok in. Şêx baqî got ji bilî lihevkirina bi tevgera rizgariya Kurdistanê re tu rê li pêşiya Tirkiyeyê tune ne.

Xelkê bajarê Amûdê cenazeyê şervanê QSDˋê Civan Îbrahîm defin dike û Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo 2 şervanên din merasîma xiyabî li Goristana Şehîd Îsmaîl Hogir li dar dixe, (10:30) BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Koçberê yê kantona Cizîrê ji bo 2 şervanên QSDˋê şehîd Ehmed El Rehîd û Mihemed El Ferec li Goristana Şehîd Egab El Eswed merasîmeke xiyabî li dar dixe, (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê ji bo 2 şervanên QSDˋê û endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku di rojên cuda yên Çileyê de şehîd bûne, li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê merasîma oxirkirinê li dar dixe (12:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Nivîseha Têkiliyan a MSDˋê bi navê "Ber bi nêrîna hevbeş a biryardayînê" li hola civînan a MSDˋê ya Reqayê panelekê li dar dixe, (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Rewşenbîrên kantona Cizîrê têkildarî erka rewşenbîr, tevgera siyasî û rojnamevanan li hember berxwedana Bendava Tişrînê li parka xwendinê ya Qamişloyê rûniştinekê li dar dixe, (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Meclis Civakî ya Ermenî li navenda xwe ya Hesekê yê kantona Cizîrê avakirina Partiya Yekitiya Ermenî radigihîne, (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Însiyatîfa Gelê Kurd a Serbixwe ji bo daxwaza bidawîkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser binesaziyan û sivîlên li herêmên Sûriyeyê û bidawîkirina dagirkeriyê çalakiyee protestoyî li pêş avahiya Nivîsgeha NYˋyê ya li taxa Siyahî ya Qamişloyê li dar dixe, (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê li avahiya desteyê ya Reqayê daxuyaniyekê dide, (12:00). BI WÊNE Û DÎMEN