ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-01-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-01-2026
26 ÇILE, 2026   02:00

Li ser banga seferberiya giştî ya ku ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatiye ragihandin, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Dirbêsiyê ji bo parastina taxên xwe pêşengiyê dikin. BI WÊNE Û DÎMEN.

Malbatên ku ji Efrîn, Şehba û Helebê koçber bûne û her wiha yên ji Reqa û Tebqayê hatine kantona Cizîrê, di şert û mercên mirovî yên dijwar de dijîn. BI WÊNE Û DÎMEN.

Koçberên ji Efrîn û Şahbayê ku ji destpêka şerê li Efrîn û Şehbayê ve di rêya koçberiyê de ne, diyar kir ku daxwaza wan ew e; "Ji zilm û koletiyê xilas bibin û em dixwazin li ser axa xwe bi nasname û zimanê xwe bijîn." BI WÊNE Û DÎMEN.

2 parêzerên ji Siwêdayê anî ziman ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelê Kurd tê qirkirin û got serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê li ser hesabê xwîna gelê Sûriyeyê û mafên wan têkiliyên xwe bi Îsraîlê re asayî dike. BI WÊNE Û DÎMEN.

Şêniyên bajarê Dêrikê bi boneya salvegera 11’an a serkeftina Kobanê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê meşekê li dar dixe. Meş ji Qada Azadî dest pê dike. (12.00) BI WÊNE Û DÎMEN.