ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-9-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-9-2025
21 îlon, 2025   02:00

Stêrk Gulo diyar kir ku şehîd Seyîd Evran li çar parçeyan û çiyayên Kurdistanê her tim li heqîqetê û rastiya Kurdistanê digeriya.

Şêniyên kantona Tebqayê û koçberên ji kantona Efrîn-Şehbayê diyar kir ku azadiya Rêber Adullah Ocalan kilîda aştî û jiyana hevbeş e. Şêniyan bang li hêzên navneteweyî kir ku tecrîda li dijî wî bi dawî bikin da ku rola xwe di pêkanîna demokasî û edaletê de pêk bîne. BI WÊNE Û DÎMEN

Kesên ku bi zorê ji Serêkaniyê û gundewarên wê yên dagirkirî hatine koçberkirin, li navendên koçberan zehmetiyan dikişînin, lê ew bi hêvî û baweriya vegera li malên xwe têkoşîna xwe didomînin. BI WÊNE Û DÎMEN

Koçberên li kampên kantona Tebqayê, tevî kampanyaya vegera dilxwazî jî, naxwazin vegerin deverên xwe. Koçber dibêjin ​​​​herêmên wan wêran bûne û ji ber mayinan û teqemeniyan ne ewle ne BI WÊNE Û DÎMEN.

Kesayetên ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan ên li bajarê Til Temrê diyar kir ku nenavendîbûna demokratîk çareseriya siyasî ya herî nêzîkî hêviyên sûriyeyiyan e. BI WÊNE Û DÎMEN

Di rojnameyên erebî yên hefteya borî de, hate diyarkirin ku başûrê Sûriyeyê bûye qada jinûve parvekirina serweriyê ku li ser masaya navneteweyî tê nîqaşkirin. Her wiha civîna li Dohayê wekî "ezmûnekê ji bo yekitiya Ereb-îslamî û hêza wan a bersivandina bibandor a li hember binpêkirinên Îsraîlê" hatin nirxandin. BI WÊNE Û DÎMEN

Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê bi dirûşma “Xebatên ji bo aştiyê hêviya me ne ji bo ku em armancên cîhanî bi dest bixin” çalakiyek li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Koçberan a NY`yê ya li Qamişloyê li dar dixe (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Tirbespiyê bi merasîmekê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Salih Şukrî li Pakrewangeha Şehîd Dilşêr oxir dike (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, encamên kampanya “Ez dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” bi daxuyaniyekê li pêşiya navenda xwe ya li Qamişloyê aşkera dike (13:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Li Kampa Serêkaniyê ya koçberên bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî, ji bo xwendina nameya Rêber Abdullah Ocalan a der barê aştiya navxweyî û xurtkirina hevgirtina nîştimanî de, civîneke girseyî tê lidarxistin. Rûspî û nûnerên êlan tev lê dibin (17:00). BI WÊNE Û DÎMEN