ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-12-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-12-2025
21 kanûn, 2025   02:00

Endamên Kongra Îslama Demokratîk li bajarê Çilaxa destnîşan kir ku zimanê nefretê xetereyeke rastîn e li ser aştiya Sûriyeyê û diyar kir ku Sûriye hewcedarê yekitî û hevgirtinê ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Jinên ji bajarê Hesekê diyar kir ku divê Sûriyeyeke demokratîk bê avakirin û nenavendî be, bi edalet û wekehî be, her wiha diyar kirin ku bi hevgirtina jinan dê Sûriyeyeke demokratîk ava bibe. BI WÊNE Û DÎMEN

Di pirsgirêkên civakî, siyasî, şer-pevçûn û hwd de wekî rêyên çareseriyê diyalog, muzakere û dîplomasî cihekî çawa digirin? Ev têgeh tên çi wateyê, encamên çawa derdixin holê?  

Hilbijartina serokkomarê Lubnanê, şerê Xezayê, şerê Îran û Îsraîlê û agirbest, her wiha dosyayên Hizbullah, Sûdan û Iraqê jî di nav de, di sala 2025’an de gelek geşedanên siyasî û ewlehî li Rojhilata Navîn qewimîn.

Di babetên rojnameyên erebî yên hefteya borî de behsa rakirina cezayan li ser Sûriyeyê, hewlên dîplomsî û siyasî yên li Lubnanê ji bo dûrketina ji şer û danûstandinên bidawîkirina şerê Ukraynayê hat kirin.

Desteya Jinan a kantoan Dêrazorê civîna xwe ya salane li hola Meclisa Rêveber a herêma Meamil li dar dixe, 10.00ˊan.  BI WÊNE Û DÎMEN

Koçberên Efrîn û Şehbayê yên li kantona Reqayê têkildarî sûca qetilkirina Şêrîn Oso li bajarê Efrînê, li dibistana Seken El Şebabî ya bajêr daxuyaniyekê didin, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê li hola Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Tebqayê civîan xwe ya salane li dar dixe, 10.00ˊan.  BI WÊNE Û DÎMEN

Kongreya Îslama Demokratîk civînek berfireh bi îmaman re li bajarê Hesekê li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) civîna xwe ya salane li avahiya MSDˊê ya Hesekê li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

 Meclisa Jinan a Edaleta Civakî ya kantona Reqa û Tebqayê civîna xwe ya salane li Akademiya Şehîd Şernaz a Reqayê li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Pêşangeha Wênesaziyê ya 6ˊan a li Kobanê ya bi sernavê Bîrdanka Rengan" li Parka Ronîwar hat lidarxistin, çalakiyên xwe bi dawî dike, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Til Hemîsê cenazeyê endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Luey Ehmed Xidêr û cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê Salih El Kino li Pakrewangeha Şehîdên bajêr defin dike, 13.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Ciwanên Suryanî şahiya ronîkirina dara sersalê li Qada Şehîdan Suryan a li taxa El Nasîre ya Hesekê li dar dixe, 17.30ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN