Îsraîlê gumanbarekî DAIŞˊê li Sûriyeyê girt

Artêşa Îsraîlê ragihand ku li Sûriyeyê kesekî bi gumana endamtiya çeteyên DAIŞˊê ye girt. Artêşê diyar kir ku bi gumanbar re çek û amûrên şer hatine dîtin û desteserkirin û ji bo temamkirina lêpirsînê veguhastine Îsraîlê.

Îsraîlê gumanbarekî DAIŞˊê li Sûriyeyê girt
20 kanûn, 2025   23:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê da zanîn ku hêzên wê kesekî gumanbar e tev li çeteyên DAIŞˊê bûye, di hefteya borî de, li Sûriyeyê girtiye û veguhastine Îsraîlê.

Artêşê da zanîn ku ew kes di encama operasyonekê de li herêma Refîd a başûrê Sûriyeyê hat girtin.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee diyar kir ku operasyon ji aliyê tûgaya 52'yan a lîwaya 474'an a artêşa Îsraîlê ve hat pêkanîn û guman hene ku ew kes bi çeteyên DAIŞ'ê re kar dike.

Adraee da zanîn ku operasyon bi beşdariya lêpirsînerên meydanî yên yekîneya 504ˊan hat kirin û gumanbar birin Îsraîlê. Adraee anî ziman ku hêzên 210'an dê ji bo parastina ewlehiya welatiyên Îsraîlê û niştecihên Colanê li başûrê Sûriyeyê bimîne.

(mh/fr)