Çekdaran li Humsê gule berdan welatiyekî

Çekdarên nenas li taxa Beyade ya Humsê gule berdan welatiyekî û birîndar kir.

Çekdaran li Humsê gule berdan welatiyekî
20 kanûn, 2025   23:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihana me ji bajarê Humsê diyar kir ku çekdarên nenas li taxa Beyade ya Humsê gule berdan welatî Tahir El Şêx ê ji tafîeya Şîa.

Nûçegihan anî ziman ku Tahir El Şêx ji gundê Um El Emid e, dema di erebeya xwe de bû çekdaran gule lê reşandin û bi giranî birîndar kir. Welatî rakirin nexweşxaneyê.

Ev bûyer, digel berdewama rewşa tevliheviya ewlehî û krîzê li herêmên hikumeta veguhêz, pêk tê.

(ac/fr)