ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-03-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-03-2026
20 adar, 2026   02:00

Şêniyên bajarokê Til Marûf ji bo ku mafên Kurdan di destûrê de werin misogerkirin banga yekitiyê kir û got "Em ê bi ruhê berxwedana Rojava destkeftiyên xwe biparêzin." BI WÊNE Û DÎMEN

Di komkujiya şeva Newrozê ya 2015`an de 2 zarokên Amir Hico şehîd dibin û ew bi xwe jî giran birîndar dibe. Hico qala wê rojê kir û got Newroz hêviya jiyaneke nû ye.  BI WÊNE Û DÎMEN

Koçberên Efrîn û Serêkaniyê dipirsin wê kengî vegerin û daxwaz dikin ku di demeke kurt de bi hêzên xwe yên ewlekariyê re vegerin herêmên xwe. BI WÊNE Û DÎMEN

Hunermendên ji bajarê Dirbêsiyê banga tevlêbûna pîrozbahiyên Newrozê kir û diyar kir ku Newroz sembola hêvî û serketina li hemberî zilmê ye û derfeta nûjenkirina rihê neteweyî û çandî ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarên Rojava bi boneya cejna Remezanê serdana pakrewangehên şehîdan dike, 06.00ˊan, li mizgeftan nimêjê cejnê dike, 07.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Bi boneya cejna Newrozê şêniyên bajarên Rojava mûman li ser gorên şehîdan vêdixin, 18.30ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Li tevahî bajarên Rojava agirê Newrozê tê vêxistin, 19.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN