Li bajarokek Derayê pevçûn derket

Li bajarokê Nesîb ê rojhilata Derayê di navbera dewriyeyek Ewlekariya Hundirîn û hejmarek şêniyan de di dema lêgerîna li malan de pevçûn derket û hejmarek kes hatin girtin.

Li bajarokek Derayê pevçûn derket
19 adar, 2026   23:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li bajarokê Nesîb ê rojhilatê Derayê de di dema lêgerîna malan de di navbera dewriyeyek Ewlekariya Hundirîn û hejmarek şêniyan de pevçûn derket û hejmarek kes hatin girtin.

SOHRˊê bi bîr xist ku piştî welatiyan ji endamên dewriyeyê destûra lêgerînê xwest bi destan li endamên ewlekariyê dan û çekek ji wan hat desteserkirin.

SOHRˊê destnîşan kir ku dewriye ji nuqteya Seyda derketiye, piştî bûyerê tevgerên ewlehiyê yên zêde çêbûn, karwanek ewlehiyê ji bo serdegirtina kesên tên xwestin hat şandin.

(fr)