ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16- 4 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16- 4 – 2025
16 nîsan, 2025   02:00

Şêniyên Tirbespiyê diyar kir ku divê rayedarên Tirk piştî peyama Rêber Abdullah Ocalan gavên berbiçav biavêjin. Şêniyan her wiha got "Divê rayedarên Tirk bizanin ku bersivnedana vê pêngavê beriya her tiştî dê zirarê bide Tirkiyeyê." BI WÊNE Û DÎMEN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Dêrazorê li 7 gundên ku berê di bin desthilata rejîma Baasê de bûn, komîn û meclisên xwecih ava kirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Koçberên bajarê Girê Spî û bajarokê Silokê yên dagirkirî banga bidawîkirina dagirkerî û rawestandina sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kir, da ku ewle vegerin warên xwe. BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Şaredariyan a Kantona Dêrazorê projeya sazkirina pergala enerjiya rojê ji bo stasyona ava vexwarinê ya li Dîban El Kebîra (El Hifil) bi dawî kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Salih El Subêh di dikaneke li sûka bajarê Hecînê yê kantona Dêrazorê de hesinkariyê dike. Subêh amûrên ku li herêma wî di kar û xebatan de tên bikaranîn çêdike, hem jî vê pîşeya dîrokî diparêze. BI WÊNE Û DÎMEN

Êzidî Çarşema Serê Nîsanê pîroz dikin, bi vê boneyê li gundê Dugir ê gundewarê bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê şahiyek li dar dixe, (10:00), her wiha li kantona Firatê li gundê Koçkemt ê gundewarê bajarê Eyn Îsayê û li taxên Şêxmeqsûd ê bajarê Helebê şahî tên lidarxistin. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê sersaxiyê dide malbata şehîd Ebdulezîz El Cuma li bin konê li pêş mala wî ya li taxa Şehîd Hemrîn hatiye vedan, (11:00), li bajarê Qamişloyê jî şênî li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan sersaxiyê didin malbatên şehîd Dilbirîn Qamişlo û Silêman Qamişlo, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN