ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-03-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-03-2026
14 adar, 2026   02:00

Her sal di 21ˊê Adarê de zêdetirî 300 milyon kes li seranserê cîhanê Newrozê pîroz dikin. Ev cejn ruxmî astengî û qedexeyan li cem gelên rê û resmên wê parastine, veguherî sembola têkoşîna hevbeş û azadiyê.

Serokê Desteya Neteweyî ya Ereb Hikmet Hebîb diyar kir ku nenavendîbûna demokratîk ji bo parastina mafên hemû pêkhateyan rêbazeke bingehîn e. BI WÊNE Û DÎMEN

Parêzer Mehmûd Cemîl destnîşan kir ku girtina sivîl û şervanên QSD`ê li gel hikumeta demkî li gorî qanûnên navneteweyî ne qanûnî ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Ji dema ku Sûriyeyê serxwebûna xwe di sala 1946`an de ragihand, li welat gelek destûrname hatine danîn û gelek şêweyên desthilatdariyê hatin pêkanîn. Lê di van destûrnameyan de mafên Kurdan tim hatine paşguhkirin. BI WÊNE

Ji ber derengketina dayîna mûçeyan, jiyana karmend û xebatkarên li Sûriyeyê dijwar bûye û êşa malbatên zêde bûye. BI WÊNE

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê ji bo Endamê Desteya Hevserokatiya PYDˊê şehîd Salih Muslim li hola El Rehmê ya li taxa Hîlaliyê merasîma sersaxiyê li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Bi boneya Roja Jinan a Cîhanê Meclisa Jinan a Sûriyeyê rûniştineke diyalogê li bajarê Qamişloyê organîze dike, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Kobanê 11 şervanên QSDê ên  di demên cuda şehîdbûna li Pakrewangeha Şehîd Dicle ya Kobanê oxir dike, 12.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Hesekê bi merasîman cenazeyên 10 şehîdan li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê defin dike, 11.00ˊan, Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê cenazeyên 5 şehîdên QSDˊê û şehîdekî Asayîşê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan oxir dike, 12.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Bi boneya hatina cejna Newrozê re li bajarê Tirbespiyê li têketina rojavayê bajêr, li gundê Mistefawiyê yê Girkê Legê 12.00ˊan, li bajarê Dêrikê li Qada Beyrem, 20.00ˊan agirê Newrozê tê dadan. BI WÊNE Û DÎMENv