ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-05-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-05-2026
13 gulan, 2026   02:00

Xelkê Girke Legê diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji bo aştî û çareseriya demokratîk gava herî girîng e. BI WÊNE Û DÎMEN

Jinan daxwaz kir ku li Sûriyeyê jin cihê xwe di hemû qadan de bigirin û garantiya mafên wan were dayîn. BI WÊNE Û DÎMEN

Endamê Komîteya Koçberan a Serêkaniyê Ciwan Îso diyar kir ku xebatên vegerandina koçberan didomin û got ji bo vegerin divê pirsgirêkên ewlehiyê yên li Serêkaniyê werin çareserkirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Bi hezaran koçberên ji Efrînê vegeriyan warê xwe. Hîna malên hinekan ji aliyê malbatên komên girêdayî dewleta Tirk ve desteserkirî ne û kirêya malan gelekî biha ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Mezlûm Ebdî pêşketinên di pêvajoya entegrasyonê de û lihevkirinên têkildarî mijarên siyasî, leşkerî û îdarî û her wiha vegera koçberan û serbesberdana dîgirtiyan nirxandin. Ebdî diyar kir ku pêşketin gav bi gav çêdibe, lê hin astengî û pirsgirêk jî hene û hin dosya nehatine çareserkirin. Ebdî da zanîn ku di qonaxa heyî de veguherîneke siyasî ya nû pêk tê, lewma ji bo bidestxistina mafan têkoşîna domdar hewce dike. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Dirbêsiyê û malbatên dîlgirtiyan bi daxwaza berdana zarokên xwe yên li gel hikumeta demkî ya Sûriyeyê dîl in xwepêşanekê ji Çerxerêya Serêkaniyê li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Bi piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Kongra Star meşekê ji pêş navenda xwe li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Di çarçoveya rêzeçalakiyên Roja Zimanê Kurdî de li Zanîngeha Rojava ya Qamişloyê komxebata bi navê "Vejîna Zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdisatnê" tê lidarxistin, 10.00ˊan, Navenda Dicle ya Çand û Hunerê ya Dêrikê çalakiya wênexêzî û stranê organîze dike, 11.00ˊan, Kongreya Îslama Demokratîk li pêş Mizgefta Zên El Abidîn a Qamişloyê daxuyaniyekê dide, 11.00ˊan, Rêveberiya Dibistanan a bajarê Til Temirê daxuyaniyekê dide, 11.00ˊan, li Kobanê jî serdana Pakrewangeha Şehîd Dicle tê kirin, 11.00ˊan û semînerek ji bo xwendekarên Zanîngeha Kobanê tê dayîn, 12.30ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN.

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Girkê Legê li ser pêşdeçûnên dawî û nîqaşkirina entegrasyonê civînekê li nivîsgeha xwe li dar dixe, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Çalakiyên Pêşangeha Pirtûkên Kurdî ku Meclisa Wêje ya Rojava-Qamişlo li Pirtûkxaneya Şilêr a Qamişloyê di roja duyemîn de dewam dikin, pirtûka bi navê "Pencereya Pêşîn" jî tê îmzekirin, 17.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN