ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10 – 11 – 2024
Şêniyên Amûdê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişkirina herêmê dixwaze wan koçber bike. Şêniyan destnîşan kir ku berdêl çi dibe bila bibe ew dev ji axa xwe bernadin.
Li Tilbirakê ciwanek li hewşa mala xwe dest bi çandina zaferanê kiriye ku yekem car e li herêmê tê çandin. Zaferan wek ‘zêrê sor’ tê naskirin û biharateke herî biha ye.
Desteya Enerjiyê ji bo sererastkirina stasyonên ji ber êrişan zirar dîtine, di nava hewldanan de ye. Hevserokê desteyê Ziyad Rustem diyar kir ku trans û gelek parçeyên di êrişan de xirab bûne, li herêmê peyda nabin.
Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Operasyonan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn general Zehra Xelîl got: "Operasyona Ewlehiya Domdar bi pêşengiya jinên şervan ên ji tevahî hêzên beşdar bi rê ve diçe. Li ser agahiyên ku DAIŞ di nava kampê û dora wê de çalak e, me dest bi vê operasyonê kir."
Rojnameyên erebî di hefteya borî de bal kişand ser bandora Trump li ser Sûriye û Lubnanê, behsa rageşiya Îsraîlê li Lubnanê û bersiva Îranê li dijî Îsraîlê hat kirin.
Operasyona ˋEwlehiya Domdarˋ a ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn, QSDˋê û YPJˋê ji bo paqijkirina kampa Holê û derdora wê ji şaneyên çeteyên DAIŞˋê daye destpêkirin di roja 5ˋan de dewam dike. BI WÊNE Û DÎMEN
Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Rojava ya 10ˋan a ji hêla HRRKˋê ve hatiye organîzekirin di roja 3ˋyan de dewam dike. BI WÊNE Û DÎMEN
Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi sernavê ˋPenabertî û bandorên wê li ser jin û civakêˋ li Hola Zana ya Qamişlo panelekê li dar dixe. (09:30) BI WÊNE Û DÎMEN
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Efrîn û Şehba Meclisa Kar û Barên Civakî ava dike. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN
Rêxistinên jinan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyên xwe yên ku dê bi boneya 25ˋê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî li dar bixin, li Parka 4ˋê Nîsanê, aşkera dike. (10:30) BI WÊNE Û DÎMEN
Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk bi diruşma ˋOl ji bo wekheviyê ne tundiyêˋ li Akademiya Jîngehê ya Amûdê panelekê li dar dixe. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN
Kongra Star li ser tundiya li dijî jinê li hola Navenda Çandê ya Til Hemîsê semînerekê dide. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN
Xelkê bajarê Qamişlo wê cenazeyê şehîd Ebdurehman Omer li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a Qamişlo veşêre. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN
Desteya Çand û Hunerê ya kantona Tebqa li Navenda Çand û Hunerê şevbuhêrka mûzîkê organîze dike. (14:00) BI WÊNE Û DÎMEN
Bi hevkariya Desteya Çandê ya kantona Cizîrê Peymangeha Orkestra Rojava ya Zarokan konsertekê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo li dar dixe. (15:30) BI WÊNE Û DÎMEN