ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-09-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-09-2026
8 îlon, 2026   02:00

Li bajarê Çilaxayê jinên ciwan got ew qebûl nakin ku di dibistanan de zimanê xwe yê dayikê mîna zimanên biyanî bixwînin û daxwaz kir ku hikumeta veguhêz biryara xwe sererast bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêniyên Hesekê anî ziman ku bihabûna sotemeniyê û pirsgirêkên xizmetguzariyê barê wan gelekî giran kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Sozvîn Ehmed ji biçûkaniya xwe ve fêrî neqişandinê bûye û ev behre pê re mezin bû û niha jî bûye behremendiyeke ku dikare her tişta ku dibîne bike tablo. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Koma duyemîn a koçberên Serêkaniyê yên li bajarê Hesekê ber bi warê xwe ve bi rê dikevin, saet 06.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Cenazeyê şehîd Elî Ebdo Şêxê bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî ya gundê Berkevirê yê Dirbêsiyê tê oxirkirin, saet 10.00‘an.

Şêniyên bajarê Qamişloyê li dijî zêdekirina buhayan û qutbûna ceyranê ji çerxerêya Sonî heya ber avahiya Gerînendetya Herêma Qamişloyê ve dimeşin, saet 11.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şênî û xwendekarên bajarê Qamişloyê li dijî biryara wezaerta perwerdeyê ya der barê zimanê Kurdî de çalakiyekê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan li dar dixin, saet 18.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).