ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-09-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-09-2025
8 îlon, 2025   02:00

Siyasetmedarên ji bajarê Hesekê diyar kir ku nameya Rêber Abdullah Ocalan a 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, berdewama daxwaza wî ya domdar a ji bo aştiyê ye. Her wiha dive dewleta Tirk jî gelên herêmê nas bike.BI WÊNE Û DÎMEN

Koçberên ji bajarê Girê Spî, ku li kampa Til El Semin a li gundewarê bakurê kantona Reqayê dijîn, destnîşan kir ku astengiya herî mezin li pêşiya vegera wan hebûna çeteyên dewleta Tirk a dagirker e. BI WÊNE Û DÎMEN

Bi êrişa komên çekdar ên girêdayî hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê li dijî bajarê Siwêdayê re, jiyana Mecid Ridwan veguherî kabûsê. Ji ber ambargoyê rewşa Mecid bû nexweşeya “Asîdoza Diyabetîk" ya kujer. Mecid wan kêliyan bi gotina “Ez du caran ji mirinê rizgar bûm" vedibêje.

Oldaran bal kişand li ser kûrahiya têkiliya di navbera gelan de û bang li hemû pêkhateyan kir ku "Li hember hewldanên fitneyê û sorkirina mezhebî bi hev re tê bikoşin."BI WÊNE Û DÎMEN

Hêzên Erka Xweparastinê ya Bakur û Rohilatê Sûriyê li hola Serdemê ya bajarê Hesekê şehîdên xwe bi tîr bîne(09:00).BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan ya bajarê Tirbesipiyê civînekê bi malbatên şehîdan re li hola Partiya Yekîtiya Demokratîk li dar dixe (10:00).BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi boneya damezirandina meclisê şahiyekê bi dirûşma “Meclisa Jinan bîran niha, nêrîna siberojê ji bo avakirina Sûriyeya nû” li hola El Birc a taxa Siyahî ya Qamişloyê li dar dixe (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan civîna xwe ya salane li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo li dar dixe (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Kongreya Îslama Demokratîk a Meclisa Kobanê panelek bi sernavê “Nêrîna siyasî û olî ya Kongreya Îslama Demokratîk der barê Sûriyeya siberojê de” li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido li dar dixe (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk bi sernavê “Nêrîna siyasî û olî ya Kongreya Îslama Demokratîk der barê Sûriyeya siberojê de” komxebatekê li Parka Xwendinê ya bajarê Hesekê li dar dixe (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

10`emîn Festîvala Zarokan li bajarê Hesekê di roja duyemîn de li Navenda Hîlala Zêrîn didome (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Nivîsgeha Jinan a Partiya Watan a Sûriyeyê bi dirûşma “Rola jinan di avakirina Sûriyeya nû û asoyên çareseriyê” li nivîsgeha xwe ya li bajarê Hesekê li dar dixe (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê bi hevserok û endamên komînan re dicive (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Tenduristiyê ya bajarokê Kîşk ê bajarê Çilaxa dewreyeke hemşîreyê û destwerdanên lezgîn li navenda tenduristiyê ya gundê Dêrna Axî dest pê dike (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN