ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-09-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-09-2026
6 îlon, 2026   02:00

Rewşenbîran biryara Wezareta Perwerdeyê ya têkildarî ziman kurdî red kir û destnîşan kir ku piştî kiryarên şovenî yên rejîma berê yên li hember ziman û çanda kurdî, ew biryar ne li gorî daxwazên gelê Kurd e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Çilaxayê, piştî veguherandina peyarêyan bo pêşkêşkirina kel û pelan û danîna mase û kursiyên xwaringehan, daxwaza rakirina zêdegaviyan kir û got ev çûn û hatinê asteng dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li Kobanê û parêzgeha Hesekê nerazîbûnên li hember biryara têkildarî zimanê kurdî didomin. Daxwaz tên kirin ku hemû ders bi zimanê kurdî bên dayîn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di navbera cilên flokorî û gotina stranên kevneşopî yên kevin, jinên koçer kevneşpiyên xwe yên civakî yên ku ji dabîrên xwe girtine diparêzin, bi vê gavê mîrateyê pêşkêşî nifşên nû dikin, karên destan, birêvebirina karên malê beşeke jiyana jinên koçer in, li kur be van xebatan pêk tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Medyaya erebî di rojevên xwe yên hefteya borî de bal kişand ser guhertinên li Sûriyeyê yên piştî tevlêbûna QSD‘ê di nava saziyên dewletê de, tevgerên Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê û Lubnanê, ji nû ve destpêkirina şerê Îran û Amerîkayê, her wiha trafîka Humruzê û bandorên wê yên herêmê.

Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê şevbuhêrkek helbestan li parka Xwendinê ya bajarê Hesekê li dar dixe, saet 19.00‘an (BI WÊNE Û DÎMEN)