ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-05-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-05-2024
6 gulan, 2024   02:00

Dewleta osmanî yek ji dewletên herî zêde komkujî li gelên herêmê wek Kurd, Ereb, Suryan û Ermen pêk anîne. Ruxmî ku gelek sal derbas bûne, lê belê bi destê osmaniyên nû û AKP`ê hîna berdewam e.

Desthilatên Osmaniyan di berbanga 6'ê Gulana 1916'an de li dijî 21 rewşenbîrên welatparêz cezaya darvekirinê da. Armanca wan rewşenbîran tenê ew bû ku welatê xwe ji dagirkeriya Osmanî ya zêdetirî 400 salan dom kiriye bi dawî bikin. Ji wan 14 li qada Burc a Beyrûtê, ku piştre navê wê bû qada Şehîdan, hatin darvekirin. 7 jî piştî ku hakimê Şamê Cemal Paşa Sefah li dijî wan tohmeta sîxurtiya ji Brîtanya û Fransayê re da, ew li qada Mercê ya Şamê hatin darvekirin.

Cotkarên bajarê Şedadê ji bo parastina berhemên xwe yên çandiniyê hin tedbîr girtin. Cotkaran ji bo nobetdariya berhemên xwe li hember şewatan kom ava kirin.

Li Reqayê muzexaneyek ku balê dikişîne ser hovîtiya çeteyên DAIŞ û dewleta Tirk a dagirker tê avakirin.

Harûnê biçûk piştî fêrî taktîkên lîstikê bû di turnovayên pingponê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de her tim di pileyên yekemîn de cih digire û bûye lîstikvanekî pispor.

Yekitiya Jinên Ciwan li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Konferansa ˊNeteweya Demokratîk û Konfederaliya Jinanˊ bi diruşma ˊBi Jin, Jiyan, Azadî ber bi Şoreşa Jinan veˊ li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo li dar dixe, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Belgefîlma ˊJinwarˊ li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo tê pêşandan, saet 17:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)