ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-06-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-06-2024
2 hezîran 2024   02:00

Jinên Efrîn û Şehbayê cezayê dîsiplînê yê li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar ku heya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan wê çalakiyên xwe berdewam bikin.

Şêniyên Tirbespiyê êrişên domdar ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û got ew bi gerîla re ne ku “vîna pêkhateyên Kurdistanê ya li hember êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk temsîl dikin.”

Navenda Kar û Barên Civakî ya Kantona Reqayê ji bo malbatên ji kampa Holê vegerîne, dewreyeke perwerdeyê li dar xist. Li navendê ji 149 jinan re xebat hatiye pêşkêşkirin û ji 16 jinên din jî dewre hatiye vekirin.

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên hefteya borî de cih dan hewldanên hikumeta Şamê yên xweşikrina rûyê xwe li hemberî civaka navneteweyî, biryarên Kongreya Brukselê ya Piştgiriya Siberoja Sûriyeyê û welatên herêmê, her wiha hewldanên pêkanîna agirbestê di navbera Îsraîl û Hemasê de.

Xelkê bajarê Hesekê li bin konê sersaxiyê yê li taxa Muftî hatiye vedan, sersaxiyê dide malbata şehîd Agirî Hesekê, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Til Hemîsê ji bo şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmê meşekê li dar dixe, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongreya Îslama Demokratîk şehîd Meşûq El Xeznewî li ser gora wî ya li taxa Qidorbegê ya li Qamişloyê bi bîr tîne, saet 17:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Blok û hevbendî çalakî û civînên xwe yên ji gel re ji bo nasandina namzetên xwe dewam dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)