Blok û hevbendî propagandaya xwe ya hilbijartinan dewam dikin

Blok û hevbendî lidarxistina şahiyên xwe yên bo hilbijartinan û organîzekirina civînên gel li tevahî bajarên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin.

1 hezîran 2024   23:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Kombûna Jınan a Zenûbiya li Meclisa Şehîd Ehmed El Canim a li taxa Rimêle yê bajêr ji bo danasîna namzetên xwe civînek ji gel re li darxist.

Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Buseyne Ebdo axivî û damezrandina Kombûna Jinan a Zenûbiya pîroz kir û got divê tevahî gel bi awayekî aktîv beşdarî hilbijartin be.

Dûre endamê Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Xazî El Yasîn axivî û got: "Hilbijartinên şaredariyan pêkanîna demokrasiyê li Sûriyeyê ye. Me ev projeya demokratîk bi saya bi hezaran şehîdan heta vê rojê anî. Em bang li hemûyan dikin berê xwe bidin sindoqan. Em dikarin pêşeroja xwe xêz bikin û xwe bi xwe bi rê ve bidin."

Piştre namzetên jin xwe dan nasîn.

Li Çilaxa ˊHevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyêˊ ji bo danasîna nazmetên xwe şahiyek li dar xist.

Di şahiyê de kolanên sereke yên bajêr hatin bi wêneyên taybet bi propagandaya hilbijartinê hatin xemilandin û biroşor hatin belavkirin.

Li Tirbespiyê jî ˊHevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyêˊ li qada Bexcê Mezin şahiyek li dar xist.

Di şahiyê de li ser navê hevbendiyê Hediye Şemo axivî û got hilbijartin berhema têkoşîna gelên herêmê ji bo civakeke azad û demokrat e.

Dûre berpirsê Desteya Neteweyî ya Erebî li Sûriyeyê Hikumet Hebîb axivî û got: "Hevgirtina gelan bi rêya van hilbijartinan ji bo dewleta Tirk a dagirker peyamek e ku em li dijî êrişan yek in."

Endama rêveber a Partiya Yekitiya Suryanî Faya Erdîş bal kişand ser ku Rêveberiya Xweser milkê tevahî kesên di oxira demokrasiyê de fedakarî dane. Ji lew re divê tevahî di pêkanîna armancên xwe de dewam bikin.

Piştî axaftin bi dawî bûn, namzetên hevbendiyê xwe dan nasîn.

Dûre dîlan di ber stranên koma Şehîd Serhed û hunermend Teleb El Nazir re hat gerandin.

Li Hesekê Partiya El Weten El Sûrî ji bajarê Şedadê yê başûrê Hesekê bi diruşma ˊAvakirina welat berpirsê tevan eˊ şahiya propagandaya hilbijartinê li dar xist. Di şahiyê de endamên saziyên Rêveberiya Xweser, rûspî û şêxên eşîran beşdar bûn.

Sekreterê Giştî yê Partiya El Weten El Sûrî Sabit El Cewher axivî û got: "Destpêkirina lidarxistina propagandaya hilbijartinê ji bajarê Şedadê ve dê di rêveçûna saziyên Rêveberiya Xweser ên xizmetguzarî de bibe gaveke pêşxistinê."

Her wiha endamê Rêveber ê Partiya El Weten El Sûrî Ugle El Seîd axivî û got: "Em bawer in ku divê welatiyên her herêmekê kar û barên xwe yên jiyanê bi rê ve bibin. Ji ber em partiyeke siyasî ne û armanca me ji bo we ye, hêz û serkeftina me ji we ye. Divê em bi berpirsiyarî li hember rêvebirina herêmên xwe tev bigerin."

Dûre El Seîd navên namzetan ji şêniyan re pêşkêş kirin.

Li Kantona Efrîn û Şehba ˊHevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyêˊ li navçeya Ehdas a Şehbayê civînek ji gel re li dar xist û namzetên xwe dan nasîn.

Dûre Welîd Dîngilî li ser navê hevbendiyê axivî û got: "Roja 11ˊê Hezîranê roja yekbûna Kurdan û azadiyê ye. Bi vê azadî û vînê em ê vegerin Efrînê."

Her wiha Sureya Mistefa li ser navê hevbendiyê got: "Berê jin ne xwedî tu cureyeke azadiyê bûn. Lê bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan jin xwedî kesayeta pêşeng di tevahî aliyên jiyanê de ye."

Şahî bi stranên erebî û kurdî bi dawî bû.

(fr)

ANHA