ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-04-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-04-2026
2 nîsan, 2026   02:00

Xelkê Dêrikê diyar kir ku divê dewleta Tirk ji bo aştiya bi gelê Kurd re gavan biavêjê û mafê hêviyê yê Rêber Abdullah Ocalan bê naskirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Endama HRRK’ê Şepal Seîd Yusif diyar kir ku yekitî hêviya gelê Kurd e, di vir de rola rewşenbîran pir girîng e, ew hêvî dikin ku wek rewşenbîr rêya yekitiyê bi hêztir bikin. Nivîskar Hisên Ehmed jî got “Ji bo yekitiyê divê em destê xwe bidin hev.” BI WÊNE Û DÎMEN

Şervnên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) diyar kir ku ew ê ji bo mafên jinan têkoşîna xwe bidomînin. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêxa Elî dixwaze çarenûsa kurê wê Siyamend Îsmaîl ê ku dîl hatiye girtin, zelal bibe. BI WÊNE Û DÎMEN

Jina koçber Emîna Mihemed destên xwe ber bi asîman ve bilind dike, dua dike ku piştî salên dirêj ên koçberiya bi darê zorê ji bajarê xwe Serêkaniyê, ew bikarin bi ewle vegerin bajarê xwe yê wêrankirî. Ew niha di kampekê de ye û hesret û hêviya vegerê dikişîne. BI WÊNE Û DÎMEN

Bi boneya 4ˊê Nîsanê, rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, li bajarên Rojava rêzeçalakiyên weke şahiyên zarokan, civîn, çandina daran, şevbuhêrk û xemlandina kolanan tên lidarxistin. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Kobanê cenazeyên şervanên di dem û cihên cuda de şehîd bûbûn li Pakrewangeha Şehîd Dicle defin dike, 12.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN