ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN-03 -0 8 - 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN-03 -0 8 - 2024
3 tebax 2024   02:00

Rewşenbîrên kantona Tebqayê destnîşan kir ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan bingeha projeya neteweya demokratîk a gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne û got "Divê ji bo têkbirina pergalên zordest em rêya wî bişopînin.”  (BI DÎMEN Û WÊNE)

Di salvegera 10’an a fermana li ser Şengalê de, PDK’ya ku Êzidî xistibûn pençeyên çeteyan, îro jî xeteriyê ji bo tevahî Başûr çêkiriye. Hevseroka Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê Cîhan Celo bal kişand ku metirsî ji gelek aliyan ve didomin, lewma divê li dora xweseriya demokratîk kobûn çêbibe da ku polîtîkayên dijber vala bên derxistin.

Şêniyên gundên Minbicê yên rojane êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê lê dibin, destnîşan kir ku ew bi hêzên xwe yên leşkerî re ne û got "Çi qas êriş bikin jî em dev ji axa xwe bernadin.” (BI DÎMEN Û WÊNE)

Berpirsyarê YNK`ê yê li Zaxoyê Mela Nezîr Berwarî anî ziman ku çeteyên derbasî Başûr hatine kirin li gel leşkerên dewleta Tirk in ku cilên wan li xwe kirine û hişyarî da “Metirsiyeke gelekî mezin li pêşiya Iraq û Başûr heye ku her tiştî ji dest bidin.”

Li bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di salvegera 10’an  komkujiya Şengalê de çalakiyên bibîranîna qurbaniyên Komkujiya Şengalê tên lidarxistin. (BI DÎMEN Û WÊNE)

Şêniyên bajarê Til Hemîsê wê şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk şehîd Ferîd Xalid El Xebrawî li Pakrewangeha şehîdan oxir bikin, di saet 11:00’an de (BI DÎMEN Û WÊNE)

Mala Êzidiyan a bajarê Helebê di bin diruşmeya “Em bi biryar in ku di pêkanîna neteweya demokratîk de bi pêş ve biçin” penelekê li salona Meclisa Sûriyeya Demokratîk a li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê li dar dixe, saet 11.00 (BI DÎMEN Û WÊNE)

Bi serpereştiya Meclisa Werzîşê ya Kantona Cizîrê, bi beşdariya tîmên saziyên Rêveberiya Xweser yaneya gundê Helêq ya werzîşê Lîga Futbolê ya Şehîd Ferhad Dêrik lidar dixe (BI DÎMEN Û WÊNE).

Hevrûbûna Barzaniyan bi komkujiya Şengalê re dê kengî çêbe? - RAUF KARAKOÇAN

ANHA