Rojên Jînerjî Yên Nagîhan Akarsel destpê dikin

“Rojên Jînerjî Yên Ş. Nagihan Akarsel” ku ji bo bîranîna rojnamevan û akademisyen Nagihan Akarsel a li Silêmaniyê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû tên organîzekirin, îro destpê dikin.

Rojên Jînerjî Yên Nagîhan Akarsel destpê dikin
2 cotmeh, 2024   12:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Rojnameger-Akademîsyen Nagîhan Akarsel 4’ê cotmeha 2022’yan li bajarê Silêmaniyê di êrîşa çekdarî ya sîxurên îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker (MÎT) de şehîd bibû. 

Bi armanca bîranîna Şehîd Nagihan Akarsel û bilindkirina têkoşîna wê, Akademiya Jîneolojiyê ya Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, ji bo ku her sal di savegera şehadeta Akarsel de bên pêkanîn, sala 2023’yan bernameya “Rojên Jînerjiyê Yên Ş. Nagihan Akarsel” dabû destpêkirin.

Di salvegera duyemîn a Ş. Nagihan Akarsel de, bernameya “Rojên Jînerjiyê” jî hat diyarkirin.

Li gorî bernameya ku Akademiya Jîneolojiyê belav kiriye, bernameya  Rojên Jînerjiyê wê di navbera 2 û 5’ê Cotmehê de pêk were.

Di bernameyên ku dê ji Şehba heta Dêrikê li gelek bajaran bên pêkanîn de, wê jiyan û têkoşîna Ş. Nagihan Akarsel, armanca bernameya Rojên Jînerjiyê, têkoşîna jinê bê vegotin, bernameyên çandî û hunerî werin lidarxistin, helbest werin xwendin.

Dîrok û cihên bernameya Rojên Jînerjiyê wiha ne:

DÊRIK:

Dîrok: 2 Cotmeh,

Cih: Navenda Lêkolînên Jîneolojî

Saet:  17.00

HELEB:

Dîrok: 4 Cotmeh

Cîh: Mala Xwendinê ya Ş. Nagihan Akarsel

Saet: 16.30

HESEKÊ

Dîrok: 4 Cotmeh

Cîh: Navenda Çand û Hunerê ya Xabur

Saet: 10.00

TEBQA:

Dîroka 05 Cotmeh

Cîh: Kafeteryaya Şemîs

Saet: 11.00

ŞEHBA

Dîrok: 5 Cotmeh

Cîh: Navenda Lêkolînên Jîneolojî ya Şehba

Saet: 11.00