Kalkan: Navenda vî şerî Tirkiye ye

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Duran Kalkan bal kişand ser Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê û diyar kir ku wê Tirkiye bibe navenda şer û got: “Rêber Apo yekane kes e ku Tirkiyeyê ji vê felakete xilas bike.

Kalkan: Navenda vî şerî Tirkiye ye
2 cotmeh, 2024   11:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Duran Kalkan bersiv da pirsên Medya haber TV yê, bal kişand ser nirxandinên 15-20 sal berê yên Rêber Abdullah Ocalan û got: “Rêber Apo beriya 15 salan, beriya 20 salan ev yek gelek caran nivîsand, hişyarî da. Bal kişand ser, got wê felaketên mezin bê serê we. Lê guhdarî nekirin. Niha faşîzma AKP-MHP'ê Tirkiye xist nava felaketeke bi vî rengî. Wê dor were Qibrisê, ev şer wê bê sînorê Tirkiyeyê. Wê li Tirkiyeyê biqewime.

 ÊRÎŞÊN ÎSRAÎLÊ Û RÊVEÇÛNA ŞERÊ CÎHANÊ YÊ SÊYEMÎN

Piştî şer û êrîşên li Kurdistanê em bên ser şerê li Rojhilata Navîn. Piştî Xezeyê Îsraîl li Lubnanê dixe nava hefteyek, du hefteyên dawî de. Li ser vî şerî û rêveçûna Şerê Cîhanê yê Sêyemîn hûn dixwazin çi bibêjin?

Belê salvegera wê ye jî, ya Şerê Xezeyê. Bûyera Xezeyê li cîhanê bûbû sedema şokekê li nava her kesî. Niha hîn saleke wê neqediya êrîşên bi heman rengî li ser Lubnanê têne kirin û rewşeke bi heman rengî ya şokê afirand. Me ev yek di demên cuda de nirxand. Heman piştî destpêkirina Şerê Xezeyê me li ser sedem, armanc, hêzên şer dikin û nêzîkatiya li vî şerî nirxandin kir. Me çi got? Me got wê piştre dor bê Lubnanê. Ev yek rewşeke ku nayê zanîn nîne. Bi rastî jî dor hat Lubnanê. Lê belê dema ku me ev got, em nedifikirîn ku di vê astê de wê şer biqewime. Me texmîn nedikir. Dikarim vê bibêjim. Me digot, wê ji Şerê Xezeyê dersên rast werbigirin, hêzên şer dikin jî wê hinekî din bi rengekî rast nêzîk bibin, wê nehêlin ku heman hovîtî li Lubnanê dubare bibe. Lê belê welê nebû. Hîzbûllahê nekarî helwesteke bi wî rengî nîşan bide. Îran nekarî li hemberî vê bibe asteng. Ya rast, di Şerê Xezeyê de helwesteke xwe hebû. Li gorî vê helwestê me digot, wê Îran rê nede vê yekê. Gelo Îranê bi rastî jî xwest rewş bi vî rengî bibe? Yan jî hêza xwe têrê nekir ku bibe asteng, em bi wê nizanin. Serokkomarê hate hilbijartin qala yekîtiya ummetê kir. Got, Hîzbûllah bi tena serê xwe nikare şer bike. Baş e, yanî divê rast bê nirxandin. Bi sedan sal in kê ev ummet parçe kir? Desthilatdariyê û hêzên dewletê parçe kir. Hêza netewe dewletê parçe kir. Her wiha ne tenê yekîtiya ummetê nîne. Tu rabe bibêje yekîtiya ummetê, Xiristiyan jî wê rabe bibêje yekîtiya Mesîhî, Yahûdî jî wê daxwaza yekîtiyê bike. Divê mirov yekîtiya her kesî, yekîtiya tevahiya mirovahiyê bixwaze. Divê mirov xwe ji vê olperestiyê rizgar bikin. 100 sal in, 200 sal in olperestî û neteweperestî tehdeyê li Rojhilata Navîn dike. Di bingeha van şerên diqewimin de olperestî û neteweperestî heye. Nêzîkatiya tinekirina yê li hemberî xwe heye, jiyana bi hev re nîne. Ew dibêje illehî wê yê din tine bike, ew jî dibêje wê yê li hemberî xwe tine bike. Ev şaş e! Eger tu ji demokrasiyê bawer nake wê demê ji biratiya hemû olan bawer bike. Ji mafê jiyana bi hev re ya hemû mirovahiyê bawer bike. Sîstemeke bi vî rengî ya jiyanê ji xwe re bike armanc. Beriya her tiştî divê ol tinekirina yê li hemberî xwe qebûl neke. Di cewhera ol a ku em pê zanin redkirina vê yekê heye. Olên ku bûn desthilatdar, bûn dewlet ketin vê rewşê. Bi neteweperestiyê re bûn yek, bi neteweperestiya netewe delwetê her kes kir dijmin, her der kir qada şer. Di encama vê de jî xelkê Xezeyê kirin qurban. Vaye xelkê Lubnanê dikin qurban. Bi rastî jî me berê got. Me piştgiriya gelê Fîlîstînê gelekî dît. Me nanê wan xwar, ava wan vexwar. Weke gelê Kurd, weke hêzên wan ên azadiyê. Niha jî di serî de civaka Şîa me nanê gelên Lubnanê xwar, ava wan vexwar. Mirov nizane bê çi bibêje. Ew jî xwişk û birayên me ne. Em êşa wan bi kûrahî parve dikin. Em çi bibêjin? Diviyabû ev nebûya. Diviyabû firsend ji vê yekê re nehatibûya dayin. Rêdayina li vê yekê, astengnekirina vê yekê bi serê xwe sûc e. Kê ev kir? Kî sûc dikin? Em bala xwe bidinê. Herî zêde kî bû? Yê ku herî zêde li Lubnanê daxwaza şer dikir AKP-MHP bû, Tirkiye bû. Saziyên weşanê yên AKP'ê, şîrovekarên nêzî wan 24 saetan qalê dikirin bê Hîzbûllah wê çawa li hemberî Îsraîlê şer bike, li Lubnanê Îran wê çawa bi Îsraîlê re were hemberî hev û şer bikin. Niha şer dan destpêkirin. Xuya ye li Lubnanê daxwazên wan bi cih hatin, bi ser ketin. Gelo ji daxwazên xwe razî ne? Niya yên ku ew kirin xwe bêdeng kirine. Zanin ku sûc kirine.

Îran li gorî xwe hinekî din bi baldarî tevdigere. Lê belê çima Lubnan kete vê rewşê û şerekî ewçend giran qewimî... Rewşeke welê ye ku mirovahiyê dixe nava şokê. Bi rastî jî divê bê dîtin, êrîşên Îsraîlê hovane ne. Tirkiye dibêje ku ew li ber vê radibe. Vaye êrîşên dewleta Tirkiyeyê li holê ne. Cîhaz teqandin, tê gotin teknîk tê bikaranîn. Dewleta Tirkiyeyê 10 sal in van bi kar tîne. Em van hemûyan zanin. Tişta ku niha mirovahî li Lubnanê dibîne, ya ku rewşa matmayî ya Hîzbûllahê me jî berê dîtibû. Me gelek zerar dît. Biryargeha me ya navendî gelek caran daxuyanî da û ragihand ku teknîk tê bikaranîn. Teknîka ku sûcê şer e, tê bikaranîn. Me dixwest bibêje, sûcê şer tê kirin. Me jî fêhm nekir. Ji xwe rewş bi vî rengî ye. Ya herî nebaş ew e ku mirov bibêje ev teknîk ji bo xêra mirovan hatiye afirandin. Vaye cîhanê li Lubnanê dît ku ev teknîk ne ji bo xêra mirovan e, ji bo şer hatiye avakirin. Destpêkê di şer de, piştre di tiştên cuda de têne bikaranîn. Heta ku sîstema dewlet û desthilatdariyê hebe, hilberîna teknîkê wê li ser vê bingehê be. Bi vî rengî bû. Me gelek caran ev yek eşkere kir lê xuya ye kes li ser nesekinî. Me nekarî bi têrkerî vebêjin. Niha her kes li Lubnanê dibîne. Îsraîlê êrîşeke welê kir ku mirov şok bûn. Xwest ku li hemberî wan kes tine be. Her tiştî bi kar tîne. Her tiştên ku divê qedexe bin. Berê bi vî rengî nedihatin bikaranîn. Dihate astengkirin. Niha cîhan ketiye rewşeke bi vî rengî. Rewşa Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ev e, nuqteya ku gihîştiye ev e. Divê her kes vê bibîne. Bêguman herî zêde ji aliyê faşîzma AKP-MHP'ê ve tê bikaranîn. Ji çeka kîmyewî heta bi bombeya taktîk nukleerê. Yanî beşek ji van nehatin bikaranîn. Mînak vaye ÎHA nedihatin bikaranîn. SÎHA berê qedexe bûn. Bikaranîn û firotina wan qedexe bû. Niha kes nabe asteng û herî zêde dewleta Tirk bi kar tîne li dijî gerîlayên Kurd. Yanî mafê kesî nîne ku tiştekî bibêje.

Vî şerî çima destpê kir? Sed sal in, sed û bîst sal in ev şer diqewime. Şerê cîhanê bi vî rengî ye. Şerê cîhanê yê yekemîn bi encam nebû. Şoreşa Cotmehê li gorî mantiqa wî şerî bi encam nekir. Li gorî mantiqa xwe bi encam kir. Şerê Cîhanê yê Duyemîn jî bi wî rengî dewam kir. Niha Şerê Cîhanê yê Sêyemîn di rastiyê de dixwazin yên ji ber Şerê Cîhanê yê Yekemîn mane temam bikin. Sîstema modernîteya kapîtalîst li gorî encamên sed sal in derketine holê dixwaze xwe ji nû ve ava bike. Ya ku bi Îsraîlê tê xwestin bê kirin ev e. Li pişt Îsraîlê NATO heye. DYE heye, Ewropa heye. Eşkere ye. Bi her awayî hêz, derfetan êrîşên tinekirinê dimeşînin. Ji bo berjewendiyan, ji bo rêyeke enerjiyê ava bikin. Ev şer şerê li ser rê û çavkaniyên enerjiyê ye. Weke têkoşînek di navbera hin derdorên berjewendiyan de rû da. Bêguman zerar digihêje gelan. Ev hêz berê bi xwe şer dikirin. Niha hinekan didin şerkirin. Encam w^eçi bibe? Di salên 1990'î, 2000'î de ji bo bidestxistina Kendava Basrayê ev şer meşandin. 15-20 salan. Ji sala 2010'an û vir ve ji bo bidestxistina Rojhilatê Derya Spî dimeşînin. Îlan kirin; ji Hindistan, ji Kendavê, ji Îsraîlê, ji Qibrisê heta Yewnanistanê dixwazin rêyeke enerjiyê vekin. Ev yek plana DYE'yê ye. NATO'yê li ser vê li hev kiriye. Ev êrîş li ser vê bingehê ji bo paqijkirina vê rêya enerjiyê ne. Xuya ye astengiya li Lubnanê ji holê rabûye. Herhal wê hîn bêhtir dirêj nekin. Em nizanin bê wê çawa bi encam bibe. Sûriye wê bibe asteng? Eger ji van dersê werbigire Sûriye wê zêde nebe asteng. Lê belê weke encam dixwazim vê bibêjim, min berê jî çend caran got. Bêguman wê nuqteya dawî li Qibrisê bê danîn. Navenda vî şerî li Tirkiyeyê ye. Tirkiye ne dewleteke welê ye ku li gorî encama Şerê Cîhanê yê Yekemîn, Şerê Cîhanê yê Duyemîn ava bûye. Tirkiye li ser bingeha hebûna Yekîtiya Sowyetan û Şoreşa Cotmehê ya li Rûsyayê weke dewlet ava bû. Piştî ku Yekîtiya Sowyetan hilweşiya, Şerê Cîhanê yê Sêyemîn destpê kir û rêya enerjiyê êdî tê avakirin, Rojhilata Navîn ji nû ve tê avakirin. Tirkiye li derveyî vê yekê ye. Lewma ev yek wê Tirkiyeyê biguherîne. Yê ku di nava sîstema tê de ye di rewşeke dijber de ye, yê ku bi sîstemê re herî zêde di nava nakokiyê de ye û aliyekî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn e Tirkiye ye. Rêber Apo beriya 15 salan, beriya 20 salan ev yek gelek caran nivîsand, hişyarî da. Bal kişand ser, got wê felaketên mezin bê serê we. Lê guhdarî nekirin. Niha faşîzma AKP-MHP'ê Tirkiye xist nava felaketeke bi vî rengî. Wê dor were Qibrisê, ev şer wê bê sînorê Tirkiyeyê. Wê li Tirkiyeyê biqewime. Dewleta Komara Tirkiyeyê wê hingî çi bike? Ya wê bi temamî bibe xulam, teslîm bibe, her tiştî ji dest bide, yan jî wê li ber rabe û di encamê de jî wê Tirkiyeyê parçe bikin. Rêber Apo got, wê weke bike çil parçe.

Niha dixwazim vê bibêjim. Diyar e di nava globalbûyîna sîstema modernîteya kapîtalîst de, yan jî di nava sîstema modernîteya kapîtalîst a global de cih ji dewleta Komara Tirkiyeyê ya niha re nîne. Wê demê divê ji xwe re li tiştekî bigere. Rêber Apo ji ber wê alternatîf pêşniyar kir. Yanî got, olperestî û neteweperestiya netewe dewletê wê we parçe parçe bike. Li hemberî wê jî ji bo ji tevahiya Rojhilata Navîn bê derbaskirin, ji bo li Tirkiyeyê jî bê derbaskirin, projeya konfederalîzma demokratîk û neteweya demokratîk weke çareseriyê pêşniyar kir. Ev yek rewşeke şênber û zelal e. Lê belê guh neda vê yekê. Kesî guh nedayê. Yekane fikrê ku Tirkiyeyê ji vê felaketa ku AKP-MHP'ê xistiye nav rizgar bike, fikrê konfederalızma neteweya demokratîk a Rêber Apo ye. Afirandina Tirkiyeya demokratîk e ku xwe dispêre azadiya Kurdan. Yekane hêza ku vê pêk bîne jî Rêber Apo ye. Rêber Apo yekane kes e ku Tirkiyeyê ji vê felaketê, ji felaketa ku AKP-MHP'ê xistiye nav, ji felaketa ku dewleta heyî xistiye nav, rizgar bike. Niha jî ew xistine nava sîstemeke êşkence, zext û qirkirinê ya giran ku 43 meh in bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin. Dixwazin bêhnê lê biçikînin û bifetisînin. Halbûkî xwedî wê hêzê ye ku Tirkiyeyê rizgar bike. Dixwazim çi bibêjim? Yên ku ji Tirkiyeyê hez dikin, rewşenbîr, siyasetmedar, hunermend, jin, ciwan, welatparêzên rasteqîn ên Tirkiyeyê divê vê rastiyê bibînin. Lewma xwestina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji Kurdan bêhtir divê karê welatparêz û demokratên Tirkiyeyê be. Bi qasî azadiya Kurdistanê wê xizmetê ji demokratîkbûna Tirkiyeyê re bike, wê Kurdan rizgar bike û Tirkiyeyê rizgar bike. Wê demê bi qasî Kurdan divê gelên Tirkiyeyê, jin, ciwan jî li ber sîstema êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê rabin. Bi qasî Kurdan divê gelên Tirkiyeyê, hezkiriyên Tirkiyeyê, karker û kedkar daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bikin. Eger dixwazin ji vê felaketê rizgar bibin, yekane rêya vê jî azadiya Kurdan û demokratîkbûna Tirkiyeyê ye ku xwe dispêre azadiya Kurdan. Ev yek hilweşandina olperestî, neteweperestî û faşîzma AKP-MHP'ê ye. Ev felaketê tînin. Nikare bê gotin, ez ê hilweşînim, lêxim, bi dest bixim, kes nikare tiştekî ji min re bibêje. Vaye hûn Lubnanê dibînin. Li vê cîhanê qanûna daristanê serwer e. Hêza kê hebe ew e. Hêza te heye, tu Kurdan dieciqîne, tişta dixwaze tîne serê Kurdan. Eger hêzeke ji te xurtir rabe sibe heman tiştî li te bike tu yê çi bike? Dikarin bikin? Belê dikarin bikin. Hêz ne tenê di destê te de ye. AKP-MHP Tirkiye xist vî halî.

'JI BO AZADIYA RÊBER APO BI BEŞDARIYA BI SED HEZARAN KESÎ DIVÊ MÎTÎNG BÊNE LIDARXISTIN'

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê li Tirkiyeyê seferber bibin. Vaye li Amedê wê 13'ê Cotmehê mîtîng bê lidarxistin. Bila 50 hezar kes, 100 hezar kes li Amedê li hev bicivin. Bila tenê bên? Li Stenbolê, Îzmîrê, Enqereyê, Derya Reş, li her derê, li Çûkûrovayê bila mîtîngan lidar bixin. 50 hezar, 100 hezar, 500 hezar kes. Bila civak vê rêveçûnê bisekinîne. Wekî din rê nîne.

Ya ku Rojhilata Navîn ji vê felaketê rizgar bike li dijî vê olperestiyê û neteweperestiyê, li dijî vî mejiyê netewe dewletê afirandina mejiyê neteweya demokratîk, konfederalîzma demokratîk, neteweya demokratîk e, ku ev yek yekane çareserî ye. Yekane tişta ku Tirkiyeyê vê rewşê rizgar bike, ku di her kêliyê de dikare bide nava çiravê, demokratîkbûna Tirkiyeyê ku xwe dispêre azadiya Kurd. Qebûlkirina neteweya demokratîk e. Ji bo vê jî Rêber Apo got, bila firsendê bidin min, ez ê di nava hefteyekê de her tiştî sererast bikim. Bi ratî jî ji bo rizgariya Tirkiyeyê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê civaka Tirkiyeyê rabe ser piyan. Yanî li Rojhilata navîn rêya rizgariya ji van felaketan ev yek e. Lê belê bêguman gelekî dem derbas bû. Komkujî hatin kirin, xwîn hate rijandin. Em nizanin bê ev ê çawa bêne paqijkirin. Me berê jî got. Yanî şerê me şerekî bi vî rengî nîne. Em li dijî şerê berjewendiyan e. Têkoşîna ji bo hebûna gelan, hebûna mirovan, azadî û jiyana demokratîk li ser bingeha parastina rewa şerê ji bo azadî û hebûna xwe ye. Em ji vî têkoşînê re dibêjin erê. Şerê me şerekî bi vî rengî ye. Li derveyî van e. Nuqteya ku cîhan gihîştiye nuqteyeke xetere ye, divê mirov baldar bin. Ji bo vê jî belê divê em têkoşîna xwe ya azadiyê li her derê bi pêş bixînin. Divê em gerîlayên xwe mezin bikin, xurt bikin. Divê em li her derê xweparastina xwe xurt bikin. Ya herî girîng jî divê em çareseriya Konfederalîzma Demokratîk û Neteweya Demokratîk a Rêber Apo bigihînin her derê. Divê em rizgariya bi gelên cîran re dînin pêşiya xwe. Li ser vê bingehê her kesên ku li hemberî êrîşên li ser gelan li ber xwe didin silav dikim. Careke din êşên gelê Lubnanê parve dikim.