ROJAVA NAVENDA NÛÇEYAN A 3-11-2024

ROJAVA NAVENDA NÛÇEYAN A 3-11-2024
3 mijdar, 2024   02:00

 Xelkê bajarê Girkê Legê diyar kir ku ew ji bo şikandina pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî têkoşîn û berxwedanê dewam dikin.

Salih Muslim diyar kir ku di vê pêvajoyê de Pirsgirêka Kurd çareseriyê ferz dike û got: “Dibe ku lîstik hebin, lê divê em xwe şaş nekin, em li Rojhilata Navîn pêşengiya demokrasiyê dikin, lewma îro roleke dîrokî ji me tê xwestin.”

Hevseroka Meclisa Rêveber a Kantona Minbicê Ezab El Ebûd diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî ewlehiya herêmê û hevgirtina civakî ne û destnîşan kir ku gelê herêmê hişyar e û berdêl çi dibe bila bibe, amade ye herêmên xwe biparêze.

Serokê Nivîsgeha Kar û Barên Penaberan Şêxmûs Ehmed got rêveberî pêşwazîkirina penaberên ji Lubnanê tên didomîne. Ehmed ji bo derbaskirina alîkariyan jî banga vekirina deriyê sînor ê Til Koçerê kir.

Hewldanên Ewropa yên guhertina mekanîzmeya dan û standinên bi hikumeta Şamê re, bandorên hilbijartinên serokatiyê yên DYAˈyê li Îran, dîsa jî rewşa Lubnanê rojevên hefteya borî yên rojnameyên erebî bûn.

Weqfa Jinan a Kantona Reqa bi hevkariya Weqfa Jinan a Kobanê, Minbic û Qamişloyê, Hîlala Zêrîn û Desteya Perwerdê pêşangeha şêwekariyê li hola stadyûma Reqa li dar dixe, pêşangeh 2 rojan dewam dike, saet 10:00ˋan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Civakî ya Ermenî bi sernavê ˋDadgeha Wijdanêˋ li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo şanoyekê pêşkêş dike, saet 17:00ˋan. (BI WÊNE Û DÎMEN)