Di hefteyekê de rojevên rojnameyên erebî

Hewldanên Ewropa yên guhertina mekanîzmeya dan û standinên bi hikumeta Şamê re, bandorên hilbijartinên serokatiyê yên DYAˈyê li Îran, dîsa jî rewşa Lubnanê rojevên hefteya borî yên rojnameyên erebî bûn.

Di hefteyekê de rojevên rojnameyên erebî
3 mijdar, 2024   07:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Exbar a Lubnanê têkildarî tevgerên nû yên hin dewletên Yekitiya Ewropayê ji bo ku mekanîzmaya dan û standina bi hikumeta Şamê re bê guhertin, nûçeyek bi sernavê "Yekitiya Ewropayê diyarkirina şandeyekê ji bo Sûriyeyê dinirxîne" weşand. 

Rojnameyê diyar kir ku hewldanên Îtalyayê di vî alî de berdewam in û agahî hene ku dewletên Yekitiya Ewropayê, diyarkirina nûnerek ji bo Sûriyeyê dinirxîne.

Rojnameyê da zanîn ku ev tevgerên nû yên Ewropayê di çarçoveya plansaziyeke berfireh de a li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê de dest pê kirin û armanc jî, rêgirtina li pêşiya pêlên koçberiyê ye.

Rojnameyê diyar kir ku beriya wê jî, Awisturya, Ukrayna, Qibris, Çekya, Yewnanistan, Îtalya, Slovakya û Slovenyayê gelek civîn li dar xistin û nameyek ji Komîseriya Ewropayê re şandin, name di çarçoveya hemleyeke bi navê “însiyatîfa bêkaxez" de hat şandin.

Di wan civînan de her heşt dewletan banga vegerandina têkiliyan bi hikumeta Şamê re kir û diyar kirin ku ev hewldan, rêya herî guncaw a rêgirtina li pêşiya pêlên koçberiyê ye.

Li gorî rojnameyê “însiyatîfa bêkaxez" hin xalên girêdayî zêdekirina veberhênan li Sûriyeyê hene, bi armanca peydakirina şert û mercan ji welatiyan re ji bo ku koçber nebin, ji bo vê yekê jî divê di serî de cezayên Ewropayê yên li ser Sûriyeyê bêne rakirin. Her wiha li gorî însiyatîfê, divê deriyê vegera dilxwaz li pêşiya sûriyeyiyan bê vekirin, ji bo wê jî divê projeyên jinûvesererastkirina binesaziyê dest pê bikin û xizmetên bingehîn ji koçberan re bên peydakirin.

ˈÎRAN BI FIKAR HILBIJARTINÊN DYAˈYÊ DIŞOPÎNEˈ

Rojnameya El Ereb ku navenda wê li Londonê ye, bandora hilbijartinên serokatiyê yên DYAˈyê yên li ser Îranê kiriye rojeva xwe. Rojnameyê diyar kir Tehranê di şerê xwe yê li Rojhilata Navîn de hê jî bi wekîlên xwe ve aliqî maye. Rojnameyê bi bîr xist ku Îsraîlê jî şerê xwe yê li Xezayê li dijî tevgera Hemasê didomîne û êrişên wêranker li dijî Hizbullahê li Lubnanê pêk tîne.

Li gorî rojnameyê, Îran hîn jî zirarên êrişên Îsraîlê yên roja şemiya borî yên li ser xaka xwe dinirxîne ku wekî bersiv li hemberî 2 êrişên bi moşekan ên Tehranê hatin kirin.

Rojnameyê bi domdarî îşaret bi bandora cezayên navneteweyî yên li ser diravê Îranê (Riyal) jî û kir û da zanîn ku diravê Îranê li hember dolar di asta herî kêm de ye.

 Li gorî rojnameyê, gelek îranî der barê namzetê ku dê ji welatê wan re baş be de, li hev nakin. Jixwe eger kesekî wekî ew dixwazin hebe. Hate gotin, şîrovekar dibînin ku rêyeke dijwar li pêşiya dan û standinên muhtemel ên DYA û Îranê heye û texmîn nakin ku guhertina nasnameya kesê di hilbijartinên sêşema bê de bi ser bikeve, vê rastiyê biguherîne.

ˈRÊKEFTINA LUBNANÊ: PROPAGANDEYA ŞEVA BERIYA HILBIJARTINÊN AMERÎKAYÊˈ

Rojnameya El Beyan jî der barê Lubnanê de nûçeyek weşand. Rojnameyê behsa "Rêkeftina Lubnanê" ya ku di rojeva Îsraîlê de ye û hate gotin, li gorî çavkaniyên siyasî, şerê Lubnanê bi nêzîbkûna hefteya dawî ya hilbijartinên serokatiya DYAˈyê re ber bi dawî ve diçe. Hate diyarkirin ku metirsî hene ku di hefteya dawî di şer gûrtir bike.

Rojnameyê ku agahiyên xwe ji çavkaniyan girtine, da zanîn ku li gel erkê navbeynkarê amerîkî Amos Hochstein ku li Til Evîvê ye, dan û standinên agirbestê li Lubnanê "berdewam" in û lubnanî jî li hêviya encamên wê ne.

Hate gotin, li gorî çavkaniyên dîplomatîk,  şerê li Lubnanê "di demeke nêz de ranweste".