Roja yekemîn a foruma diyaloga Sûriyeyî ya jinan bi dawî bû

Di roja yekemîn a foruma diyaloga Sûriyeyî ya jinan de teqezî bi parastina mafê jinan ê beşdariya siyasî û dîtina wê mafê wekî bingeha biserxistina çareseriya krîza Sûriyeyê, hat dayîn.

18 cotmeh, 2024   22:00
HELEB

Danê sibehê foruma diyaloga Sûriyeyî ya jinan ku ji aliyê Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ve hatibû lidarxistin, dest pê kir. Forum bi dirûşma "Yekitiya jinên Sûriyeyî bingeha çareseriya Sûriyeyê û pêkanîna aştiyê ye" li hola Cizîrê ya taxa Şêxmeqsûd li dar ket.

Tê de 100 jinên ji bajarên Siwêda, Şam, Tertûs, Hims, Idlib, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya beşdar bûn. Çaverê ye forum di 18 û 19'ê vê mehê de jî bidome.

 Di serî de hevseroka Nivîsgeha Jinan a MSD'ê Cîhan Xidiro bixêrhatina beşdaran kir û diyar kir ku hemwextî lidarxistina civînê doza Sûriyeyê gihîştiye qonaxeke zehmet û Sûriye bûye qada şerê herêmî û navneteweyî.

 BEŞDARIYA JINAN MERCEKÎ BINGEHÎN Ê BISERXISTINA DANÛSTANDINAN E

Cîhan Xidiro li ser rola Nivîsgeha Jinan a MSD'ê di xurtkirina rola jinan û wekhevkirina wan bi zilaman re axivî.

Her wiha Cîhan Xidiro destnîşan kir ku beşdariya jinan di hemû pêvajoyên siyasî de mercekî bingehîn ê biserxistina danûstandinan, pêkanîna çareseriya siyasî û wekheviyê ye.

 Piştre hevseroka MSD'ê Leyle Qereman bang li hemû rêxistin û tevgerên jinan ên Sûriyeyê kir ku nakokiyên xwe deynin aliyekî û bi hevbeşî rola jinan di hemû aliyên jiyanê de pêş bixin.

Piştre mijara yekemîn a forumê ya bi navê "Stratejita çareserkirina krîzê li gorî nêrînên jinan" ji aliyê rêvebera Nivîsgeha Jinan a MSD'ê ya Helebê Zeyneb Qenber ve hat xwendin.

 "DÛRXISTINA JINAN JI ÇARESERIYÊN NIŞTÎMANÎ TU ÇARESERIYÊN GIŞTÎ PEYDA NEKIRIN"

Di mijarê de girêdana çareserkirina krîza Sûriyeyê bi rewşa jinan û rola wan di aliyên siyasî, aborî, çandî û civakî ve hat axaftin.

Di mijarê de hat diyarkirin ku ji bilî beşdariyeke xurt a jinan, tu çareseriyên siyasî nayên bidestxistin û wiha hat gotin: "Dûrxistina jinan ji çareseriyên niştîmanî tu çareseriyên giştî peyda nekirin."

 Her wiha teqezî bi girîngiya çalakkirina saziyên jinan û çalakiyên civakî û çandî li tevahî deverên Sûriyeyê hat dayîn. Her wiha ku koordîneyeke meydanî û siyasî hebe û nêrînên di navbera tevger û rêxistinên jinan de werin yekkirin. Di encamê de jî Sûriyeyeke nû tê bidestxistin û nasnameya wê ya niştîmanî tê parastin.

 LI HERÊMÊN HIKUMETA ŞAMÊ ROLA JINAN HATIYE PAŞGUHKIRIN

Di mijara yekemîn de her wiha aktîvîsta siyasî ya ji Siwêdayê Raqiye Muşer bi rêya Zoomê destnîşan kir ku di 13 salên krîzê de jin rastî binçavkirin, revandin, girtin û gelek sûcan hatin.

Raqiye teqezî bi girîngiya zêdekirina xebatên temsîlkirina jinan di cihên girtina biryaran de da.

 Nivîskara ji Siwêdayê Encêl Şair diyar kir ku biryara navneteweyî ya 1325 ku tê de daxwaza beşdarkirina jinan di aliyê siyasî û çareserkirina krîzan tê parastin, ji bo parastina mafên siyasî yên jinên Sûriyeyê pir girîng e.

Encêl diyar kir tecrûbeya jinan a di bin siya Rêveberiya Xweser tecrûbeyeke nimûne ye, berovajî herêmên hikumeta Şamê ku tê de rola jinan hatiye paşguhkirin. Mînaka vê jî ew e ku ji 27 wezaretên hikumeta Şamê tenê 2 wezaret ên jinan in.

Piştre vîdyoyek li ser xebat û çalakiyên Nivîsgeha Jinan a MSD'ê hat pêşandan.

 BEŞDARIYA JINAN HÎN JÎ LEWAZ E

Mijara duyemîn bi navê "Beşdariya giştî ya jinan li Sûriyeyê" ji aliyê rêvebera Nivîsgeha Jinan a MSD'ê ya Qamişlo Hindirîn Mihemed ve hat xwendin.

Di mijarê de hat diyarkirin ku tevî derbasbûna 13 salên krîzê, dîsa jî beşdariya giştî ya jinan lewaz e nexasim di aliyê siyasî de.

Di nîqaşan de endama Meclisa Rêveber a Yekitiya Jinên Suryanî ya Sûriyeyê Îlham El Metlî diyar kir ku pêwist e çanda azadiya jinan bigihîje tevahî jinên herêmên dûr û yên nedûr da ku rola wan di civakê de were çalakkirin.

Mamosteya ji bajarê Helebê Henîfe Hecac pêşniyar kir ku materyalên "exlaqê" li dibistanan werin zêdekirin da ku nifşên nû ji adet û kevneperestiyên berê rizgar bibin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku forum ê 2 rojan bidome. Di roja duyemîn de mijara "Rola jinan di avakirina aştiyê de" tê nîqaşkirin û daxuyaniyek were xwendin.

(mh)