Îsraîlê li Lubnanê erebeyek bombebaran kir: 1 kuştî
Artêşa Îsraîlê li başûrê Lubnanê erebeyek bombebaran kir. Di encama bombebaranê de kesek hat kuştin.

Medyayê lubnanî ragihand ku artêşa Îsraîlê li başûrê Lubnanê erebeyek bombebebaran kir. Hate diyarkirin bombebaran li ser rêya Kewseriya El Seyad-Şerqiye hat kirin û di encamê de kesek hat kuştin.
Ajansa Nûçeyan a Lubnanê der barê bombebaranê de ev agahî parve kirin "Balafireke bê mirov a Îsraîla dijmin li ser rêya Keweseriya El Seyda-Şerqiye erebeyek bombebaran kir. Ambulans çû cihê bûyerê. Li ser herêmê liv û tevgerek mezin a balafirên û şer û keşfê yên Îsraîlê hat dîtin."
(bb)