Roja duyemîn a Festîvala Çanda Neteweya Demokratîk

Roja duyemîn a Festîvala Çanda Neteweya Demokratîk bi pêşandana berhemên cuda yên pêkhateyên herêmê dest pê kir.

Roja duyemîn a Festîvala Çanda Neteweya Demokratîk
Roja duyemîn a Festîvala Çanda Neteweya Demokratîk
Roja duyemîn a Festîvala Çanda Neteweya Demokratîk
Roja duyemîn a Festîvala Çanda Neteweya Demokratîk
11 mijdar, 2023   13:20
HESEKÊ

Festîvala Çanda Neteweya Demokratîk li navçeya Til Birakê ya kantona Hesekê bi dirûşma “Em ê bi rihê çanda Netewa Demorkatîk Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin û azadiya fîzîkî a Rêber Apo misoger bikin" di roja duyemîn û dawîn de li navçeyê didome.

Di roja duyemîn de komên stran û govandê yên pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen û hin komên ji Reqa û Tebqayê berhemên xwe pêşandan.

Ji saetên sibê ve, bi sedan şêniyên kantonên Qamişlo û Hesekê, endamên saziyên sivîl û leşkerî berê xwe dan girê Til Birakê ji bo ku tev li festîvalê bibin.

Her wiha konên ji bo pêşandana mîrasa pêkhateyên herêmê yên kurd, ereb, suryan û ermen hatibûn vegirtin berdewam in.

Li gor bernameya roja dawîn a festîvalê, Koma Cûdî ya Navenda Çand û Hunerê ya Xabûrê, Koma Govendan a Asûrî, Koma Stran a Sarya ya Ermend, Koma Şehîd Darsîn a Tevgera Hîlala Zêrîn û hunermendên xwecih dê berhemên xwe pêşan bidin.

Çaverê ye ku festival bi xelatkirina kom, hunermendên beşdar û berpirsên festîvalê bi dawî bibe.

(şx)

ANHA