RJAK’ê bi boneya salvegera komkujiya Parîsê daxuyaniyek weşand

RJAK’ê bi boneya salvegera komkujiya Parîsê daxuyaniyek nîvîskî weşand û hate gotin; “Em soza berdewamî û bilindkirina têkoşîna azadiyê didin.

RJAK’ê bi boneya salvegera komkujiya Parîsê daxuyaniyek weşand
23 kanûn, 2023   09:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistan (RJAK) bi boneya duyemîn salvegera komkujiya Parîsê daxuyaniyek nîvîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Komkujiya 23’yê Kanuna sala 2022’an a li Parîsê ji aliyê pergala mêr dewletê ve pêkhat. Di şexsê şoreşger û pêşenga jin Evîn Goyî de êrişeke li ser têkoşîn û nirxên jina dayik ya pênc hezar sal bû, di şexsê hunermendê Kurd Mîr Perwer êrişeke li ser çand û nasnemeya Kurd bû û di şexsê welatparêzê Kurd Ebdurehman Qizil de êrişeke li ser ew dilsozî û dildariya gelê Kurd ya bi peradîgmeya civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jin bû.

Em vê komkujiyê wekî berdewama komploya navnetewî ya ku li himber Rêber Apo hate meşandin digirin dest, her wiha berdewamiya vê koployê ku xwe di 9’ê Çileya 2013 li dijî şoreşgera 40 salan heval Sara û herdû hevalên hate meşandin û berdewamkirina vê komkujiyê hişker bû ku heta kîjan astê hişmendiya sermayedar û netew dewlet li himber têkoşîna jina azad kûr û bê tehemûle.

Hedef girtina jin, şoreşger û pêşeng ji encama sekna wê ya leheng bû. Ji ber kû wê teybetmendiyên ku di kesayeta xwe de avakiribûn li dijî wê pergalê bûn, li dijî wê hişmendiya ku hemû rojê jin ji bo berjewendiyên xwe yên deshilatdariyê dixe qurbanî bû. Ev êriş êrişeke pilankirî ya hişmendiya zayendperst û sermayedar bû. Êrişeke li dijî şoreşa jin jiyan azadî bû. Lewra bangewaziya me ji bo hemû jinane ew kû bi yek ruh û yek deng pêla têkoşînê bilnd bikin. Em jî wekî Rêxistina Jinanî Azadî Kurdisatn vê komkujiyê bi tundî şermezardikin û soza berdewamî û bilindkirina têkoşîna azadiyê didin. Wekî jin emê bi têkoşîn, rêxistinbûn, vîn û yekîtiya xwe pergala mêr dewletê hilweşînin û têkoşîna azadiyê bi serbixin. Bi têkoşîna jin wê tovê azadiyê li tevahî mirovahiy zîl bide.”