Riyad Derar: Salek piştî hilweşîna rejîmê hêviya avakirina hikumeteke neteweyî têk diçe

Siyasetmedar Riyad Derar diyar ku piştî salekê ji hilweşîna rejîma Baasê, sûriyeyiyan tu guhertinek rastîn nedîtiye. Derar got hikumeta veguhêz kiryarên hegemonîk ên mîna yên rejîma berê dike. Her wiha da zanîn ku hêviya ji bo avakirina hikumeteke neteweyî ya berfireh têk çûne.

Riyad Derar: Salek piştî hilweşîna rejîmê hêviya avakirina hikumeteke neteweyî têk diçe
10 kanûn, 2025   04:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Salek piştî hilweşîna rejîma Baasê, siyasetmedar û endamê buroya siyasî ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Riyad Derar ji ajansa me re got sûriyeyiyan di bin desthilata rejîma berê de êş kişandin, bi milyonan kes koçber bûn û zêdetirî milyonek kes hatin kuştin, ji bilî wêrankirina binesaziyê. Derar diyar kir ku hilweşîna rejîma Baasê rewş neguhertiye û kiryarên heyî, tevî Danezana Destûrî ya hikumeta veguhêz, hewlên ferzkirina navendîbûnek tund nîşan didin.

Derar destnîşan kir ji dema ku desthilatdariya heyî hat ser desthilatê ve gelek xeletî hatine kirin, û bal kişand ser nebûna ezmûna îdarî û siyasî di nav kesên di desthilatê de û wan xwe spartiye ezmûna şer, ku vê yekê hevgirtina sûriyeyiyan bêtir parçe kiriye.

Derar her wiha derengxistina pêkanîna peymana 10`ê Adarê di a navbera fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Ehmed El Şerî de rexne kir û diyar kir ku desthilatdarî ji bo bidestxistina naskirina navneteweyî tawîzan dide, di heman hêzên derve li gorî berjewendiyên xwe siyasetan ferz dikin.

Derar der barê berdewamiya tevliheviya di pêvajoya edaleta veguhêz û darizandinên sûcdaran de û her weha rêjeyên zêde yên gendelî û nezelaliyê, hişyarî da. Derar ku ev tişt hemû hêviya avakirina hikumetek neteweyî ya yekgirtî û dewleteke aram kêm dikin, di heman demê de tirsên ku welat di hundir de parçe bibe yan jî pevçûnek di navbera nûnerên hikumetê de, zêde dibin.

Riyad Derar destnîşan kir ku îro welatiyên Sûriyeyê di rewşeke fikar û tirsê de dijîn û nakokî û aloziyên berdewam aramiya welat û siberoja wî dixin xetereyê. Derar hişyarî da ku berdewamiya rewşa heyî dê bihêle yekitiya neteweyî bike xeyaleke ku nayê pêkanîn.

(k)

ANHA