Kesayeta neteweyî Elî Hecî Silo koça dawî kir

Kesayeta neteweyî Elî Hecî Silo yê ji bajarê Tirbespiyê, di encama krîza dil de koça dawî kir.

Kesayeta neteweyî Elî Hecî Silo koça dawî kir
9 kanûn, 2025   20:41
QAMIŞLO

Vê êvarê kesayeta neteweyî Elî Hecî Silo li nexweşxaneyeke Qamişloyê di encama krîza dil de koça dawî kir. Silo bi têkoşîna xwe ya tevî têkoşerên destpêkê yên tevgera rizgariya Kurdistanê tê naskirin. Rolek girîng bi damezrînerên Partiya Yekitiya Demokratîk re lîst û apî şehîd Emîn Hecî Silo ye. 

Elî Hecî Silo ji gundê Dêrna Qulinga yê bajarê Tirbespiyê ye, di sala 1953’an de ji dayik bûye.

Cenazeyê Hecî Silo sibê (çarşemê), li goristana Dêrna Qulinga tê definkirin.

(ac/fr)

ANHA