Şehîdên komkujiya Teqel Beqel hatin bibîranîn

Bi sedan şêniyên herêma Cizîrê di salvegera yekemîn a şehadeta wan de şehîdên komkujiya Teqel Beqel bi bîr anîn. Beşdaran soz da ku çi dibe bila bibe dê civaka xwe biparêzin.

20 mijdar 2023   14:26
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê ji bo şehîdên komkujiya Teqel Beqelê ku 20`ê Mijdara 2022`yan bi balafirên şer ên dewleta Tir ka dagirker ve pêk hatiye, merasîma bibîranînê li dar xist. 

Şeva 20`ê Mijdara 2022`yan, dema komeke şênî berê xwe dan cihê li gundê Teqel Beqel ê ku balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombebaran kiriye, careke din ji aliyê balafiran ve hatin hedefgirtin. Di encamê de 11 welatî şehîd bûn. Di nav wan de nûçegihanê ajansa me Îsam Ebdullah hebû.

Merasîma bîranînê li qada Stada Kornîş a Dêrikê bi beşdariya bi sedan şêniyên Qamişlo, nûnerên saziyên sivîl, Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê û dezgehên çapemeniyê hate li darxistin.

Di merasîmê de endama rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîr Hêvî Seyd axivî û bal kişand ser fedakariyên xelkê herêmê ku di oxira pêkanîna armancên şoreşa 19`ê Tîrmehê de dane û got şopandina rêya şehîdan gelek girîng e.

Hêvî îşaret bi hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û êrişên wê yên li dijî herêmê bi sûcên li dijî mirovahiyê wesifandin. Hêvî wiha domand; “Li gundê Teqel Beqel 11 sivîl şehîd bûn. Di nav de nûçegihan Îsam hebû ku karê xwe dikir.”

Hêvî destnîşan kir ku dijmin bi rêya hedefgirtina herêmê, têkbirina vîna gelê herêmê armanc dike û wiha pê de çû: “Em xwedî çekê herî bi hêz in. Li cem me, fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan heye ku rêya azadiyê ji me re ronî kiriye.”

BERXWEDAN MAFEKÎ REWA YE

Di merasîmê de endamê Kongra Îslama Demokratîk şaxê Dêrikê Yusif Silêman axivî û îşaret bi îsrara xelkê herêmê li ser parastina herêmên xwe ji dagirkeriyê kir û got: “Ev erka her kesî ye. Çi dibe bila bibe emê civaka xwe biparêzin. Berxwedan, mafekî rewa ye. Divê her kes li gor hêz û cihê xwe herêmên xwe biparêzin ta ku dagirkeriya li ser vê axê bi dawî bikin.

Silêman got dewleta Tirk a dagirker ji îslamê dûr in.

Endamê Hêzên Parastina Civakê (HPC) ya herêma Cizîrê Hemîd Meîş jî diyar kir ku şerê qirkirinê li dijî herêmê berdewam e, lê belê di heman demê de soz da malbatên şehîdên komkujiya Teqel Beqel ku parastina herêmê berdewam bikin ta ku hêviyên gel di pêkanîna civakeke demokratîk a azad de, pêk werin.

Di dawiya merasîmê de, beşdaran û malbatên şehîdan berê xwe dan Goristana Şehîd Xebat Dêrik.

(şx)

ANHA