Rêzeçalakiyên 25`ê Mijdarê didomin
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêzeçalakiyên cuda bal kişandin ser rengên tundiya li dijî jinan, girîngiya hevgirtina jinan ji bo xurtkirina têgihîştina civakê û bidawînanîna li tundiyê.
Di çarçoveya rêzeçalakiyên ku Platforma Çalakiyên Hevpar a Tevger û Rêxistinên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Cîhanê (25`ê Mijdarê) ragihandiye de, li bajarok û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêzesemîner hatin dayîn.
KANTONA QAMIŞLO
Kongra Star li bajaroka Abira ya girêdayî navçeya Çilaxa di bin sernavê “Li dijî hemû rengên tundî û dagirkeriyê, Jin, Jiyan, Azadî” li navenda meclisa navçeyê semînerek lidar xist.
Bi dehan endamên meclis, saziyên sivîl û xizmetê yên li Abira beşdarê bûn. Semîner ji aliyê endama Kongra Star Selamat Remo ve hat birêvebirin.
Selamat Remo bal kişand ser şêwazên tundiya li dijî jinan tê kirin û got: “Ruxmî ku bi pêşengiya jinan serhildan û şoreş tên lidarxistin jî, lê belê tundî hê jî bi şêwazên cuda dewam dike. Şer jî pirsgirêka tundiyê kûrtir kiriye.”
Selamat îşaret bi têkoşîna jinan ji bo bidestxistina mafên xwe, bi taybet têkoşîna li hember pergala baviksalariyê û siyasetên wê yên zordest û got: “Gelek jin li ser xeta jina azad bûn nimûneyên fedakariyê.”
Selamat her wiha bal kişand ser bandora felsefeya Rêber Abdullah Ocalan li rewşa jinan û wiha domand: “Rêbertî azadiya jinan bi azadiya civakan ve girê da, wî jin wekî bingehê avakirin û pêşxistina civakan hesiband û wekî hêza herî aktîv di vê çarçoveyê de binav kir. Her wiha ji bo rizgarkirina jinan û ji bo têkoşîna wê ya xilasiya ji tundiyê gelek nirxandin kirin.”
Selamat bang bilindkirina têkoşînê bi rêya xwedîderketina li xeta azadiya jin û şopandina rêya têkoşerên pêşeng yên li hember pergala zordest teslîmiyet qebûl nekirine, kir.
Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk jî li navenda Kongra Star a bajarê Dêrikê semînerek li dar xist, bi dehan jinên endamên saziyên bajêr beşdarê bûn.
Dadger Hêlîn Mihemed di semînerê de axivî û bal kişand ser rola jinan di civaka xwezayî de û wiha domand: “Ruxmî têkoşîna dijwar û dirêj a ji bo parastina civakê ji windabûnê jî, lê belê mêr cihê pîroz ê jinan hêdî hêdî jê stend û qeyd û bend li ser ferz kirin. Her wiha li dijî jinan tundî bi kar anî, bi vî rengî jin ji mafên jiyanê yên xwezayî hat mehrûmkirin û hat esîrgirtin.”
Hêlîn behsa tundiya derûnî, civakî û tenduristiyê ya li djiî jinan jî kir û diyar kir ku tundî ne tenê di aliyê fîzîkî de zirarê dide jinan, lê belê her gotin an reftarek dibe ku zirarê bide jinan.
Endama rêveberiya Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk a Dêrikê Sena Mehmûd jî axivî û destnîşan kir ku ola îslamê banga wekheviya navbera jin û mêr de dike. Li gorî Sena, veqetandina ayateke Quranê ji bo jinan “Suret En-Nîsaa” cihê bilind ê jinan di ola Îslamê de nîşan dide.
Li navçeya Til Hemîsê jî Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li avahiya partiyê û bi amadebûna endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî semînerek da.
Semîner ji aliyê endama rêveberiya Meclisa Jinan a PYD`ê Sebah Osman ve hat birêvebirin. Sebahê got: “Tundî bûye amûrekî rêvebirina desthilatê û parastina wê. Pergalên dîktator û yên bi serweriya mêra, cîhana me ber bi şer, tundî û qirkirina komî ya jin û gelan ve dehf dide. Divê bi rêya perwerdeyê û xurtkirina çanda civakî li hember van siyasetan bê sekinandin.”
REQA
Weqfa Jina Azad a bajarê Reqayê jî pêşangeheke destekariyê vekir, tê de karên hunerî û yên bi destê jinan hatine çêkirin hatin pêşandan.
Pêşangeh li navenda çandê ya Reqayê hat vekirin, endamên navendên Weqfa Jina Azad a Reqa û Kobanê, endamên Navneda Çandê û Meclisa Jinan a Sûriyeyê beşdarê bûn. Tê payîn ku pêşangeh 2 rojan bidome.
Seroka Komîteya Tenduristiyê ya girêdayî Weqfa Jina Azad Firyal El Ebdullah di merasîma vekirina pêşangehê de axivî û bal kişand ser armanca vekirina pêşangehê. Firyal got ew dixwazin bi vê gavê balê bikişînin ser karên bi destê jinan hatine çêkirin, ji nû ve bikaranîna tiştên kevn ji bo parastina jîngehê.
REQA
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbyayê jî der barê tundiya aborî ya li djiî jinan de semînerek da. Endamên saziyên li bajêr û endamên Komîteya Aboriya Jin a girêdayî meclisê beşdarê bûn.
Semîner li avahiya Meclisa Giştî ya Kombûna Jinan a Zenûbyayê hat dayîn. Hevseroka Komîteya Aboriyê ya Rêveberiya Sivîl a Demorkatîk a Reqayê Yemama El Casim axivî û got: “Di civaka xwezayî de dayika xwedawend civak û hemû aliyên jiyanê di nava atmosfereke aştî, heskirin û wekheviya navbera hemû ferdên klanê de bi rêve bir. Gelek caran jin xwe wekî faktorekî sereke yê hin cureyên tundiya li dijî wê tê kirin, dihesibîne. Ew bi bêdengiya li hember tundiyê dihêle ku mafê wê zêdetir bê xwarin.”
Di dawiya semînerê de têkildarî rêbazên têkoşîna li hember tundiya li ser jinan sînevîzyonek hat pêşandan.
HERÊMA FIRATÊ
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a kantona Girê Spî li navçeya Eyn Îsayê panelek li dar xist. Panel bi dirûşmeya “Li dijî hemû rengên tundî û dagirkeriyê, Jin, Jiyan, Azadî” li hola civînan a meclisa kantonê hat lidarxistin û bi dehan şêniyên navçeyê û koçberên Girê Spî beşdarê bûn.
Di panelê de endama Meclisa Giştî ya PYD`ê şaxê herêma Firatê Sara Weqas axivî û behsa cinsiyatparêziyê kir. Sara bal kişand ser destkeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine bidestxistin û berhemên Şoerşa 19`ê Tîrmehê.
MINBIC
Nivîsgeha Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê û gundewarên wê jî panelek li dar xist. Berdevka nivîsgehê Ibtîsam Ebdulqadir axivî û bal kişand ser sedema ragihandina 25`ê Mijdarê wekî Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê.
Ibtîsam her wiha diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan rêya jinan ronî kir da ku azadiya xwe bi dest bixin û roleke pêşeng di civakê de bilîzin.
Piştre beşdaran sedemên tundiya li ser jinan, rola urf û adatên şaş di tundiyê de û rewşa jinan di bin serweriya çeteyên DAIŞ`ê de nîqaş kirin.
(c)
ANHA