'Rêya min têkoşîn e û dev ji parastina xaka xwe bernadim'

Tevahî bend şikandin û bi vîna jina azad a bi hêviya nivîsandina dîrok û serkeftinê tê koşiya, xaka Efrînê ya dagirkirî berê wê bû, li hember leşkerên dewleta Tirk a dagirekr û çeteyên wê li gundê Basilê yê Efrîna dagirkirî çalakî kir û şehadet bi dest xist.

'Rêya min têkoşîn e û dev ji parastina xaka xwe bernadim'
8 sibat 2024   02:37
KOBANÊ

Her jinek xwedî hêviya jiyana azad û welatê azad e. Şehîd Çîçek Kobanê jî hêviya wê ew bû ku her bihostek ji welatê xwe azad be. Wê ji bo hêviya xwe di hemû pêngavên parastina herêmê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de beşdar bû.

JIYANA WÊ

Şehîd Çîçek Kobanê (Sewsen Berekat) ji malbateke welatparêz e ku wê malbatê di 1990'an de tevgera azadiya Kurdistanê nas kiriye. Bavê şehîd Çîçek gelek caran di dema belavkirina fikrê tevgerê de ji aliyê hêzên rejîma Sûriyeyê ve hatiye binçavkirin. 5 xwişk û 9 birayên şehîd Çîçek hene. Ew jî ya 4'emîn e.

TÊKOŞÎN Û ŞEHADETA WÊ

Şehîd Çîçek Kobanê di dawiya 2014'an de hemwextî şerê Kobanê dest bi têkoşîna çekdarî dike û tev li Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) dibe. Ew di pêngavên rizgarkirina Minbic, Reqa û Tebqayê de beşdar dibe. Her wiha di Berxwedana Serdemê ya li Efrînê de jî cih digire, piştre birîndar dibe û ew berxwedan dihêle şehîd Çîçek soz bide ku ji Efrînê nêzîk be û wê ji dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rizgar bike.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li gundê  Basilê yê Efrîna dagirkirî li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di çarçoveya qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de, çalakiyek pêk anî. Di wê çalakiyekê de şehîd Çîçek Kobanê (Sewsen Berekat), Cûdî Gabar (Cemîl Silêman), Cûdî Reşo (Hemîd Reşo), Dilşêr Serêkaniyê (Ebdurehman Sofî) û Jiyan Efrîn (Roşîn Efrîn) di 30'ê Çileya borî de şehîd bûn.

 ‘EZ Ê TIVINGA XWIŞKA XWE RAKIM’

Di vê çarçoveyê de, birayê şehîd Çîçek, Ehmed Berekat ku ew jî şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê ye soza şopandina rêya xwişka xwe û rakirina tivinga wê heta rizgarkirina her bihosteke axê ji dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, da.

Ehmed destnîşan kir ku xwişka wî ji bo wî pêşeng bû û moralê wî bilind dikir ku gelek salan di eniyan de pê re bû û got: “Xwişka min her tim digot ez ê her bihostekê ku li dijî wê êriş tê kirin biparêzim. Gotinên wê hêz didan min. Armanca wê ew bû ku Rojava azad bibîne ji ber wê jî tev li HRE’yê bû û gihîşt asta şehadetê. Ez soz didim ku têkoşîn rêya min be û têkoşîna xwişka min vala neçe.”

Bavê şehîd Çîçek, Hisên Berekat serbilindiya xwe bi şehadeta keça xwe anî ziman û destnîşan kir ku ew amade ye berê xwe bide eniyên şer û got: “Pêwîstiya vê xakê bi me heye. Erkê her kesî/ê ye ku wê biparêze.”

(mh)

ANHA