Bandora encamên qonaxa sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê
Mudirê Navenda Ragihandinê ya YPG`ê Siyamend Elî mekanîzmeya koordîneya di navbera şaneyên DAIŞ`ê li kampa Holê û derveyî wê de aşkera kir. Her wiha da zanîn ku di operasyonê de hin serçeteyên DAIŞ`ê hatine kuştin, gelek çete û hevkarên wan hatine girtin. Siyamend Elî bandora encamên operasyonê li ser ewlehiya herêmê şîrove kir.

Mudirê Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Siyamend Elî ji ajansa me re têkildarî Operasyona Mirovî û Ewlehiyê, encamên lêpirsînên bi kesên hatine girtin re di serî de kesê bi navê Ebû Ebid El Hemîd axivî.
Elî got: "Ebû Ebid El Hemîd di 3`yê Sibatê de di operasyoneke taybet de hate girtin. Berpirsê tundrawiyê, derxistina fetwayan, perwerdekirina zarokan, rewakirinna fetwayên terorî ye. Plansazê êrişên terorîst û zêdekirina tundrawiyê bû."
Elî wiha domand: "Ebû Ubeyde jî berpirsê ewlehiya hundirîn bû ku 27`ê Kanûna 2023`yan di operasyoneke taybet de ya hêzên me hate kuştin. Her wiha berpirsê derbaskirina çek, belavkirina wê û perwerdekirina ciwan û jinan bû, ji bo ku li dijî saziyan û kesayetan di nava kampê de û heta li dijî hêzên me, êrişan pêk bînin."
Der barê koordîneya navbera şaneyên DAIŞ`yê yên li hundirê kampê û derveyê wê de Elî ev agahî parve kirin: "Ji derveyî kampê kesê bi navê Ebû Sufyan berpirs bû. Demekê di nava kampê de bû û bi rêyekê jê derket."
Elî agahiyên din têkildarî Ebû Sufyan parve kirin: "Komkirina hejmara herî zêde ya ciwanan, pêkanîna êrişên terorîst li derveyî kampê, komkirina hejmara herî zêde ya şane, çekan û belavkirina wê li nêzî kampê. Ebû Sufyan berpirsê zêdetirî 80 bûyerên kuştinê di nava kampê û li derveyî wê de bû ku ji 2020`an ve pêk hatine. Berpirsê kuştina bi dehan ciwan û jinan di nava kampê de û têwerkirina wan di nava kortikan de."
Elî ev li gotinên xwe zêde kir: "Ji qonaxa yekemîn û duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ve me dixwest Ebû Sufyan bigirin. Lê di bin navên nerast de xwe vedişart. Dema ji kampê jî derket, li herêmên El Deşîşe û li çolistanê bû."
Girêdayî detayên girtina Ebû Sufyan Elî got: "Piştî girtina bi dehan terorîstên ku bi Ebû Sufyan re êrişên terorî kirine, piştî lêpirsînê û li gorî hin agahiyan em tev geriyan û gihaştin cihê xwe lê vedişart. Di operasyoneke taybet a HAT`ê de hate kuştin. Hêzê destpêkê xwest bi saxî wî bigire, lê belê êriş hêzan kir û di encamê de hêzên me neçar man bersivê bidin û wî û kesên pê re kuştin. Di wê operasyonê de miqdarên mezin ên çek, cebilxane û madeyên teqemeniyê hatin desteserkirin."
Mîrê bûyerên kuştinê serçeteyê bi navê Mehmûd El Lehîbî yê bi navê Ebû Sufyan tê naskirin tevî kesek din di şeva 4`ê Sibatê de li malekê li ser rêya gundê Xuwêtle yê bajarokê El Deşîşe yê bajarê Hesekê ku xwe tê de veşartibû hatin kuştin.
ˊOPERASYONA MIROVÎ Û EWLEHIYÊ PLANÊN TERORÎ YÊN LI DIJÎ HERÊMÊ TÊK BIRˊ
Siyamend Elî diyar kir ku çeteyan di nava kampê de û li derveyî wê xwe birêxistin dikirin, lê piştî qonaxa sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê, tunekirina jêderên tundrawiyê, ewlehiyê û veşartina çekan di nav kampê de û derveyî wê êdî dikarin bêjin ku operasyon heta radeyekê êrişên terorîst rawestandin ku DAIŞ`ê plan dikir, bike.
Siyamend Elî anî ziman ku şaneyan êrişên dewleta Tirk a dagirker bi kar dianîn û got: "Li gorî delîlan, çekan û kesên hatine girtin, diyar dibe ku planeke mezin heye ku xwe dispêre êrişên dewleta Tirk û destpêkirina şerekî li herêmê ji bo ku DAIŞ êrişan pêk bîne mîna li girtîgeha Sînayê kiriye."
Qonaxa sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê 6`ê Sibatê bi dawî bû.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di daxuyaniya bidawîkirina operasyonê de, ragihand ku wê rê li pêşiya planên çeteyên DAIŞ`ê girtin ku hewl didan xwe ji nû ve bi rêxistin bikin, kampa Holê û herêmên nêzî wê kontrol bikin. Di operasyonê de berpirsê şaneyan tune kiriye, kesên fikrên tundraw belav dikin û berpirsên fetwayên kuştinê û 85 çete û kesên bi wan re hevkar in girtine.
(şx)
ANHA