Rêya Dêr Hafir-Helebê hate vekirin

Piştî 2 mehan ji girtina rêya Heleb û Dêr Hafirê li pêşiya erebeyan, hate vekirin.

Rêya Dêr Hafir-Helebê hate vekirin
25 mijdar, 2025   20:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê rêya di navbera Heleb û Dêr Hafir de vekir û dihêle ku erebe di bajarê Helebê û Dêr Hafir li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rihetî herin û werin.

Hikûmeta Veguhêz ji 27 Îlona derbas bûyî rêya di navbera Heleb û Dêr Hafirê de girtibû, vê yekê hişt ku çû û hatin bi temamî raweste.

Vê êvarê rê li pêşiya erebeyan hate vekirin bê ku daxuyaniyeke fermî ji aliyê Hikûmeta Veguhêz hebe bê ka wê vekirin demkî ye yan domdar be.

(ac)

ANHA