Li bakurê Siwêdayê welatiyek hat kuştin û 5 birîndar bûn

Li bakurê Siwêdayê di êrişa balafira bêmirov a hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de welatiyek hat kuştin û 5 din birîndar bûn. Hemwextî wê hêzên hikumeta veguhêz binpêkirina agirbesta li herêmê didomîne.

Li bakurê Siwêdayê welatiyek hat kuştin û 5 birîndar bûn
25 mijdar, 2025   21:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi balafireke bêmirov li bakurê bajarê Siwêdayê êriş pêk anî. Di encama êrişê de welatî Omer El Qadî hat kuştin û 5 welatiyên din birîndar bûn.

Çavkaniyên xwecihî da zanîn ku êriş li nêzî deverên Selîm û Etîl hat pêkanîn û navên birîndaran wiha ne: Rewad Şerefedîn, Cewad Şerefedîn, Wejdî Şerefedîn, Diyaa Ebû Fexir û Ramî Munzir. Çavkaniyan diyar kir ku hemû birîndar sivîl in.

Hat zanîn ku welatî Omer El Qadî di dema veguhastina wî ya ji bo nexweşxaneya niştimanî de, jiyana xwe ji dest da. Her wiha hat diyarkirin ku welatî di veguhastina mirîşkan de dixebitî û di dema li ser karê xwe de bû, erebeya wî li rojavayê bajarokê Etîl bi awayekî rasterast hat hedefgirtin.

Girêdayî wê, Parêzvanên Neteweyî hewldana hêzên hikumeta veguhêz a ji bo derbasbûna ji Derayê ber bi Siwêdayê ve, li nêzî Besra Şam têk bir. Ji hêzên hikumeta veguhêz birîndar çêbûn.

(mh)