Li Beyrûtê li ser têkoşîna dijî tundiya li ser jinan panel hat lidarxistin

Li paytexta Lubnanê Beyrûtê panelek li ser têkoşîna dijî tundiya li ser jinan hat dayîn. Di panelê de banga zêdekirina hevdîtin û panelan ji bo bilindkirina asta zanabûnê û pêşxistina hevgirtina jinan, hat kirin.

25 mijdar, 2025   20:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Di Roja Têkoşîna Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Cîhanê de Komîteya Jineolojî ya Rojhilata Navîn paneleke diyalogê li paytexta Lubnanê Beyrûtê li dar xist. Di panelê de nêzî 40 jinên Lubnanî û Sûriyeyî yên ji hemû komeleyên jinan ên Beyrût û Bekayê, beşdar bûn.

Di panelê de du mijarên sereke hatin nîqaşkirin, ew jî pênasekirina Jineolojî û tundiya li ser jinan bûn.

Di serî de rojnamevan û çalakvana civakî Marîna Selûm bixêrhatina beşdaran kir.

Mijara yekê ji aliyê endama Komîteya Jineolojî ya Lubnanê Alaa Fereh ve hat nîqaşkirin. Alaa Fereh bal kişand ser têgîna Jineolojî û bingehên wê û li ser stratejiya Jineolojî ya li Rojhilata Navîn a ji bo avakirina koalîsyoneke jinan û aşkerekirina rastiyên veşartî, axivî.

Mijara duyê ji aliyê çalakvana jinan û endama Hevgirtina NADA ya Rojhilata Navîn Xedîce El Husênî li ser girîngiya Roja Têkoşîna Dijî Tundiya Li Ser Jinan û girîngiya bidawîkirina tundiyê, axivî.

Piştre jinên beşdar tecrûbeyên xwe yên bi tundiya li ser jinan re vegotin û banga zêdekirina hevdîtinên wiha û panelan ji bo bilindkirina asta zanabûnê, kir.

Di dawiya panelê de spasname li beşdaran hatin belavkirin.

(mh)